Ji Dayikên Aştiyê banga tevlîbûna mîtîngê 2026-06-27 15:09:12   ŞIRNEX - Dayikên Aştiyê yên Cizîrê banga tevlîbûna mîtîngê ya ku dê sibê li Amedê bê lidarxistin kir.    Mîtînga ku dê sibê saet 17.00'an de li Qada Îstasyonê ya Navçeya Yenîşehîr a Amedê bê lidarxistin banga tevlîbûnê li welatiyan tê kirin. Dayikên Aştiyê yên Cizîrê li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokratîk a Gelan (DEM Partî) daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de bang li welatiyan hat kirin ku tevlî Mîtînga Azadiyê bibin.    Li ser navê Dayikên Aştiyê Hatîce Baytûr axivî û got: "Sibê li Amedê mîtînga aştiyê heye. Divê em dest bi din hev û li hemberî her cure xirabiyan rawestin. Em ê ji bo azadiya Serokatî û girtiyên xwe li qadan bin."   Daxuyaniya Dayikên Aştiyê bi dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.