Li Êlihê dîmenên nû yên îşkenceyê 2026-06-27 09:04:03   Pelşîn Çetînkaya   ÊLIH- Di dîmenên nû yên der barê bûyerên li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şifayê ya Êlihê hatiye jiyîn de, tê dîtin ku xebatkarên navendê îşkence û tundiya fîzîkî li astengdar, kal û pîr û nexweşan dikin.   Di çarçoveya îdiayên destdirêjî, îşkence, mirina bi guman û nelêritiyên cuda yên li hember navenda Rehabîlîstasyona Şifayê ya Êliyê ku ji bo nexweş, astendar û kal û pîran xizmet dida, 20 roj berê operasyonek berfireh hat destpêkirin. Di lêpirsîna ji rayagiştî veşatî hat meşandin de ji 80’ê zêdetir kes hatin binçavkirin û ji 10’an zêdetir kes jî hatin girtin. Piştî biryara veşartiyê hat rakirin agahî û belgeyên hatin bidestxistin, aliyên binpêkirinên mafan yên giran yên li navendê hatine jiyîn û nîqaşên der barê berpirsyariya kontrolkirinê ya saziyên cemawerî ji nû ve hat rojevê.   Di dosya lêpirsînê ya ji hezaran rupelî pêk tê de, wêne, lêkolînên dîjîtal, nivîsandinên nav saziyê, îfadeyên şahid û gumanbaran tespît û nirxadinên dozgeriyê cih digirin. Di dîmenên kamerayê yên ketine dosyayê de, tê dfîtin ku xebatkarên navendê îşkence û tundiyê li astengdar, kal û pîr û nexweşxan dike.   Malbatan serî li ÎHD’ê dan   Piştî operasyonê Navenda Rehabîlîstasyon aTaybet a Şifayê hat girtin. Piştî ku pêkanînên îşkence, êrîşa zayendî û binpêkirinên nebaş derketin hlê hinek malbatan  serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) dan.   Dîmenên nû yên îşkenceyê   Tevî ku çend roj ser bûyerê re derbas bûye dîmenên nû yênder barê îşkenceya li navendê hatiye jiyîn derdikevin holê.   Di dîmenên nû yên hatin ber destê me de, tê dîtin ku li astengdar, kal û pîr, nexweşxan tundiya fîzîkî û îşkenceya tazî tê kirin. Di dîmenande tê dîtin ku xebatkarên navendê cilên kesên li navendê dimînin derdixistin û li ber çavên yên din tundiyê dike, tu kes jî mudaxale nake, li serê wan ling û her derê bedena wan dixin.   Di heman dîmenan de tê dîtin ku nexweş ji aliyê xebatkaran ve bi awayekî tazî li salona navendê ji erdê ve tên kaşkirin. Di hînek dîmenan de tê dîtin ku jin, mêr û zarok  tundiyê dibînin.   Di dîmenên din yên me xwe gîhandinê de, liser bedena nexweşxan şopa îşkenceyê heye. di dîmenek din de xebatkar nexweşekî di mutbexê de mifte dike û di dîmenek din jî cilên nexweşekî jê tên girtin, tazî tê sekinandin. Di dîmenek din de jî xebatkar dikeve odeya nexweş û tundiyê li nexweş dike.