Derbarê kuştina Muhammed Kendîrcî de îdianame 2026-06-27 09:03:10   Evîn Çîftçî   RIHA - Li Rihayê zarokê bi navê Muhammed Kendîrcî bi îşkenceyê hatibû qetiklirin. Derbarê kuştina Muhammed Kendîrcî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve  îdianame hat amadekirin û şandin 10’emîn Dadgeha Ceza Giran a Rihayê. Lê dadgehê daxwaz kir ku doz li bajarekî din bê dîtin.   Li navçeya Hewag a Rihayê di 15’ê Mijdara 2025’an de zarokê 15 salî Muhammed Kendîrcî ku li kargeha xeratiyê dixebitî, li kargehê ji aliyê Habîb Aksoy ve bi îşkenceyê hat qetilkirin. Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve ji sûcê ‘ji qestî zarok qetilkirin’ îdianame derbarê kiryar de hat amadekirin. Îdianame şandin 10’emîn Dadgeha ceza ya Giran a Rihayê.   Cih dan raporê   Di îdianameyê de tiştên ku roja bûyerê qeyûmîn hatin bibîrxistin û cih dan Rapora Dengê Kesê Dizane û Lêkolînê (OYÎ). Lê li gorî Rapora Analîza Biyolojîk a Midûriyeta Labaratuvara Polîsan a Krîmînal a Amedê êrîş tuneye û wiha tê gotin: “Li gorî Rapora Yekemîn Lijneya Îhtîsasa Tipa Edlî ya dîroka 28.01..2026’an, daneyên tibî yên der barê binpêkirina li hember destnedana zayendî ya maktul tune ye.”   Mirina girêdayî îşkenceyê   Li aliyê din li gorî heman raporê ji ber îşkenceya li Muhammed Kendîrcî hatiye kirin, Muhammed Kendîrcî miriye û piştî îşkenceya lê hatiye kirin rakirine nexweşxaneya Delwetê ya Hewagê û van îfadeyan cih girt: “Xebatkarên nexweşaneya Hewagê şalê maktul avêtine çopê û  ji ber vê bi talîmata CBS ya Hewagê ve ji aliyê Amîrtiya Navenda Polîsan a Hewagê ve di alî sûcê ‘tunekirina delîlan’ tahkîkat hatiye destpêkirin û tevî hemû xebatan cil û bergên maktul nehatine dîtin.”   Daxwaza ceza   Di îdianameyê de hat diyarkirin ku îşkence bûye sedema mirina Muhammed Kendîrcî û der barê gumanbar Habîp Aksoy de ji sûcê ‘bi qestî zarok qetilkirinê’ ceza hat xwestin.   Lê 10’emîn Dadgeha Ceza Giran a Rihayê ji ser Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, HSK û Buroya Muhabereya Wezaretê re daxwazname hat nivîsîn û hat diyarkirin ku ji bo ewlehiya aliyan darizandina li Rihayê ne guncav e. Di daxwaznameyê de hat xwestin ku darizandin li bajarekî din bê dîtin.   Çi bibû?   Li navçeya Hewag a Rihayê di 15’ê Mijdara 2025’an de zarokê 15 salî Muhammed Kendîrcî ku li kargeha xeratiyê dixebitî, li kargehê ji aliyê Habîb Aksoy ve îşkence lê hatibû kirin. Muhammed Kendîrcî di 19’ê Mijdara 2025’an de  li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.   Gumanbar Habîp Aksoy ku hewl dida bireve derveyê welat li Dîlokê hat girtin.