Di doza Ayşe Çelîk de biryara muebeta giran 2026-06-23 19:07:13   STENBOL- Li Egîn Çelîk yê ku Ayşe Çelîk qetil kiribû ji sûcê ‘ji qestî kes kuştin’ cezayê muebeta giran hat birîn.   Li navçeya Eyupsultan a Stenbolê di 6’ê Çileyê 2025’an de  Engîn Çelîk, Ayçe Çelîk ya ku pê re di asta destberdanê de bû qetil kir. Sêyemîn runiştina doza gumanbar li 19’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin. Parêzerên aliyan, xizmên Ayçe Çelîk, gumanbar Engîn Çelîk di runiştinê de amade bûn. Her wiha cigirên serokê CHP’a Stenbolê Ferîde Bulut û Sîbel Budak, Baskên Jinan yên CHP’ê û endamên Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) tevli bû.   Piştî tepîtkirina nasnameyan kurê gumanbar Engîn Çelî wek şahid hat guhdarkirin.   Dozger mutalay xwe ya der  barê esas de aşkera ki rû daxwaza kir ku gumanbar ji sûcê ‘ji qestî kes kuştin’ û ‘li ser xwe çeka bê rûhsat gerandin’ bê cezakirin.   Gumanbar bi hicnetên tên zanîn xwe parast û îdia kir ku qetilkirin plan nekiriye û poşmane. Heyeta dadgehê ji sûcê ‘ ji qestî hevjîn qetilkirin’  cezayê muebeta giran, ji çeka bêrûhsat jî ceza xwest.   Divê biryar bibe mînak   Piştî runiştinê jinan li ber edliyayê daxuyanî dna. Ji KCDP’ê Şîrîn Yanlicaoglu  der barê mijarê de axivî û da zanîn ku biryara hatiye dayîn divê ji bo dosyayên din yên jinên hatine qetilkirin bibe emsal. He wiha hat diyarkirin ku wê heta dawî destkeftiyên jinan biparêzin û gotin divê qanûna 6284 bi bndor pêk bê.   Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.