Dayika Aştiyê Munîbe Koç li Enqereyê hat definkirin 2026-06-15 18:04:10   ENQERE - Dayika Aştiyê Munîbe Koç di Goristana Karşiyakayê ya Enqereyê de hat veşartin.   Dayika Aştiyê Munîbe Koç ku ji ber pênçeşera mîdeyê li Nexweşxaneya Bajêr a Etlîkê ya Enqereyê dihat dermankirin, di 14ê hezîranê de jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Dayika Aştiyê Munîbe Koç îro piştî nimêja nîvro li Goristana Karşiyaka ya Enqereyê hat veşartin. Malbat û hezkiriyên Munîbe Koç û rêxistinên siyasî û civakî û gelek welatî tevlî cenazeyê bûn.   Jiyanek li ser rêya aştî û azadiyê     Dayika Aştiyê Munîbe Koç di sala 1956an de li Erdexanê di gundê Mucucê de ji dayik dibe. Jiyana wê di koçberî û nav têkoşîna azadî û aştiyê de derbas dibe. Dayik û xwişka du şehîdan e. Di sala 1996an de tev li nav têkoşîna Meclîsa Dayikên Aştiyê dibe û heta dawiya jiyana xwe di nav hemû çalakî û hewldanên ji bo aştiyê de cihê xwe digire.