Ji bo 'Mitînga Azadiyê’ banga tevlibûnê 2026-06-10 16:26:13   MÊRSÎN - DEKUP’ê ji bo "Mitînga Azadiyê" ya ku dê di 27’ê Hezîranê de li bajêr bê lidarxistin bang kir û got: "Ji bo ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi pêş bikeve û encamên şênber bê bidestxistin, divê şert û mercên ku rêzdar Abdullah Ocalan bikaribe pêvajoyê bi awayekî çalak birêve bibe, werin amadekirin."   Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dê di 27’ê Hezîranê de li Wan û Mêrsînê, di 28’ê Hezîranê de jî li Amed û Stenbolê bi dirûşma “Bi Rêbertiya Azad ber bi civaka demokratîk ve” “Mitînga Azadiyê” werin lidarxistin.   Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) a li Mêrsînê ku yek ji wan bajarên mitîng lê tê lidarxistin, xebatên ji bo mitînga li Baxçeyê Neteweyî (Mîllet Bahçesî) bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya li avahiya Komeleya Rojnamegeran a Mêrsînê da destpêkirin. Deklarasyona çapemeniyê li ser navê saziyan ji aliyê Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrsînê Bedriye Kuş ve hat xwendin.   Bedriye Kuş, bal kişand ser krîza piralî ya li Rojhilata Navîn û anî ziman ku li Tirkiyeyê qada siyaseta demokratîk teng bûye, azadiya xweîfadekirin û rêxistinbûnê di bin zextê de ye û polîtîkayên heyî bandoreke neyînî li ser pêvajoyên aştiya civakî û demokratîkkirinê dikin û ev tişt got: "Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku rêzdar Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de kiribû, ne tenê bangeke ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd e, fersendeke dîrokî pêşkêş dike ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn, xurtkirina siyaseta demokratîk û mayindekirina aştiya civakî. Ev bang, li şûna polîtîkaya şer û înkarê, deriyê serdemeke nû ya ku muzakereya demokratîk, lihevkirina civakî û jiyana hevpar esas digire, vedike. Ji bo ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi pêş bikeve û encamên şênber bê bidestxistin, divê şert û mercên ku rêzdar Abdullah Ocalan bikaribe pêvajoyê bi awayekî çalak birêve bibe, werin amadekirin. Ji ber vê yekê, azadiya rêzdar Abdullah Ocalan ne tenê daxwazeke mafekî şexsî ye, di heman demê de ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û serkeftina Pêvajoya Aşî û Civaka Demokratîk, meseleyeke demokratîkbûnê ya dîrokî ye."