Pernîlle Frahm: Mafê hêviyê ji bo pêvajoya aştiyê xwedî cihekî girînge 2026-06-08 09:04:38   Melek Avci   ENQERE - Siyasetmedara Danîmarkayî Penrîlle Frahm ku yek ji kesên ji bo mafê heviyê bang li Komîteya Wezîran kir wih agot: “Ev mijar ji bo gelek siyasetmedarên girtî yên li Tirkiyeyê girînge. Di heman demê de Pêvajoya aştiyê ya navbera Kurdan û Tirkiyeyê de gelek girînge. Birêz Ocalan di van muzakereyan de rolek girîng dilîze.”   Komîteya Wezîran a Konseya Ewropyaê (KWKE) der barê mafê hêviyê de ji Tirkiyeyê xwest ku gav  bên avêtin û ev pêvajo bidome. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) di vê mijarê de biryar dabûn û ji ber van biryaran Tirkiye bi salane di bin kontrola Komîteya Wezîran de ye. Lê heta îro ji bo van hişyariyan tu gaveke şênber nehatiye avêtin.   Dema ku komîteya di îlona 2025’an de dabû Tirkiyeyê di meha Hezîranê de bi dawî dibe. Komîteyê di biryar ku da de Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û Komîsyona Piştevaniya Mîllî, Yekitî û Xwişk û Bira ya li meclîsê hat avakirin nîşan da û di mijara ku gav bê avêtin de daxwaz kir ku divê qanûn li meclîsê bên nîqaşkirin.   Komîteya Wezîran, Dosya Koma Gurban di cîvîna Mafê Mîrovan a Hezîrana 2026’an de nexistiye rojeva xwe. Li gorî salnameya komîteyê tê payîn ku dosya ji nû ve di meha îlonê de bê dest girtin.   Li aliyê din jî Tirkiyeyê di esasa daxwazên ku komîteyê kiriye de hîna der barê dosyayê de tu planeke çalakiya nû an jî raporeke pêşketineke rojevî pêşkêş nekiriye.   Bangên ji bo konseyê didomin   Tirkiyeyê hîna tu tiştek nekiriye. Rêxistinên hiqûqî, civaka sivîl amadekariyên xwe kirin û bang li konseyê kirin. Ji qada navneteweyî ji 250’yî zêdetir siyasetmedar, akademîsyen, sendîkavan û nûnerên civava sivîl, der barê rewşa Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan de di meha Gulanê de name ji Komiteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şandin.   Yek ji kesên ku name şand aktîvîst û siyaetmedara Danîmarkayî parlamentera parlamentoya Ewropayê ya Berê Pernîlle Frahm bû.   Pernîlle Frahm der barê mijarê de axivî.   ‘Rewşa Birêz Ocalan tê binpêkirin’   Pernîlle Frahm da zanîn ku ev dosya ji aliyê konseyê ve bi salane nayê girtin û got: “Sedema şandina nameyan ev bû ku em balê bikşînin ser rewşa girtîgehên Tirkiyeyê.Ji ber cezayên muebetê hêviya ku wê ji bo girtiyan baş be ji holê radike. Konseya Ewropayê rewşa Birêz Abdullah Ocalan binpê dike. Birêz Ocalan ji Nelson Mandela dirêjtir girtî maye. Tirkiye kesekî wek terorîst îlan dike û mafên wî ji dest digire. Ev binpêkirina maf a cidî ye.”   ‘Ev ji bo girtiyên siyasî yên Tirkiyeyê girîng e’   Pernîlle Frahm daxuyakirin ku ew li hember Konseya Ewropayê rêzdare û wiha domand: “Lê pêknehatina Peymana mafên Mirovan a Ewropayê pirsgirêkek cidî ye. Hêvîdarim Konseya Ewropayê der barê Tirkiyeyê de  pêvajoyekê bide destpêkirin. Ev mijar ji bo girtiyên siyasî yên Tirkiyeyê gelek girîng e.Birêz Ocalan di muzakereyan de rolek girîng dilîze. Roleke navendî dilîze. Di heman demê de Pêvajoya aştiyê ya navbera Kurdan û Tirkiyeyê de gelek girîng e. Birêz Ocalan di van muzakereyan de rolek girîng dilîze.”   Pernîlle Fraham wiha dawî lê anî: “Welatekî bi gelê xwe re û bi welatê cîranê xwe re di şer de ne aştiyê ne demokrasiyê ne jî aramiyê tîne. Gelê Kurd û Tirk tiştên herî baş heq dikin. ji ber vê jî  ji bo em balê bikşînin ser mijarê me ji Komîteya Wezîran re name şand.”