Ayşegul Dogan: Divê zûtir gav bên avetin 2026-06-06 14:06:35   ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bi lêv kir ku partiya wan li ser taslaxeke dixebite, bi partiyên siyasî re dê hevdîtinan bikin û wiha got: “Em bang li desthilatê dikin ku berpirsyariya xwe pêk bînin û gavan biavejin. Meclis û partiyên siyasî jî berpirsyariyên xwe pêk bînin.”   Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan derbarê civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê de li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da.   Ayşegul Dogan bi lêv kir ku wan di civîna Desteya Rêveberiya Navendî de li ser gelek mijarên di rojevê de ne û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivîne û wiha got: “Paketa nû ya darazê jî hat gotobêjkirin. Geşedanên li Îranê darvekirinên pêk tên jî mijara me ya civînê bû. Yek jî mijara me ya civînê kongreya me bû.”   Ayşegul Dogan destnîşan kir ku civak li benda aştî û demokrasiyê û ev tişt anî ziman: “Ew jî nîşan dide ku divê zûtir gav bên avetin. Dema em welatiyan re diaxivin jî welatî herî zêde meraqa xwe ya ji bo pêşerojê tînin ziman. Dibêjin divê çi dê bê kirin. Divê ji bo pêşveçûna pêvajoyê heta niha çarçoveya qanûnek pêk bihata. Heke li gor rapora komîsyonê gav bihata avetin ji bendewariya gel re jî dê bibûna bersiv. Di pêvajoyê de sistbûnek heye. Li ser vê yekê jî nîqaş tên kirin.”   Ayşegul Dogan da zanîn ku ji bo sistbûna pêvajoyê derbas bibe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşniyaran kiriye û wiha pê de çû: “Hewldanên mezin ên birêz Abdullah Ocalan ji bo pêvajoyê çêbûn. Di hevdîtina dawî de jî birêz Ocalan qala nexşereyekê kiribû û gotibû divê bi awayekî hesas nêzî meseleyê bibin. Birêz Ocalan dibêje, li bendemayîn tenê xetereyan derdixînin. Her wiha berê jî gotibû divê em nehêlin pêvajo enfekte bibe. Ji bo pêvajo enfekte nebe divê gavên hiqûqî bên avetin. Ji bo wê jî hewcehî bi plansaziyeke heye û takvîmek divê bê diyarkirin. Lê gavên hiqûqî dê çi bibin ew jî bi qasî gavên hiqûqî girîng e. Weke DEM Partî çi berpirsyarî ket ser milê me pêk anî. Divê hemû alî jî berpirsyarên xwe bi cih bîne. Em bang li desthilatê dikin ku berpirsyariya xwe pêk bînin û gav biavejin. Meclis û partiyên siyasî jî berpirsyariyên xwe pêk bînin.”   Di axaftina xwe de Ayşegul Dogan anî ziman ku ji bo çarçoveya qanûnî amadekariyên wan jî hene û wiha axivî: “Divê qanûn aştiya civakî, jiyana bi hev re bûyî, wekhevî û demokrasiyê jî mîsoger bike. Aştî û demokrasî li hev nayên cudakirin. Hewcehî bi têkoşîneke hevpar jî heye. Heyeta me ya Îmraliyê û komîsyona me ya hiqûqê bi AKPê re jî li ser qanûnan hevdîtin kir. Em ê bi partiyên din re jî hevdîtin bikin. Em dixwazin bi konsensoseke çarçove qanûn werin meclisê û di meclisê de li ser mutabakateke qanûn bên çêkirin.”   Ayşegul Dogan bal kişand ser şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt vegot: “Birêz Ocalan beriya niha jî gotibû ew dixwaze bi beşên cuda yên civakê re hevdîtinê bike. Birêz Ocalan aktorê serekê yê pêvajoyê ye û di pêşketina pêvajoyê de roleke mezin listiye. Nabe birêz Ocalan di van şertên girtîgehê de pêvajoyê bi rê ve bibe. Daxwaza birêz Ocalan ew ê ku yên dixwazin bandor li rojnamegeriya aştiyê bikin re hevdîtin bike. Em jî vê daxwazê ji raya giştî re parve dikin.”   Di dawiya axaftina xwe de Ayşegul Dogan derheqê kongreyê de got ku xebatên wan ên kongreyê berdewam dike û dîroka kongreyê hêj ne diyar e.   Her wiha Ayşegul Dogan li ser pirsa hilbijartina nêz jî got ku pirsgirêka Kurd divê li gor berjewendiyên siyasî neyê nirxandin û diyar kir ku hilbijartin jî bibe divê pêvajo pêşve biçe û heke hilbijartinek bibe jî ew ji hilbijartinê re jî amade ne.