Şaredariya Artemêtê ‘Bîstanê Komîn a Jinan’ vekir 2026-06-05 19:52:58   WAN - Jinên Wanî bi pêşengiya Şaredariya Artemêtan li Bîstanê Komîn a Jinan şitil çandin û bal kişandin ser keda jinê.   Şaredariye Artemêtan, di çarçoveya xebatên jinan de li Bîstanê Komîn a Jinên Artêmêtan a li Taxa Selahattîn Eyyubî şitil çandin. Jin bi lêdana defan û gotina stranan derbasî nav bîstan bûn û li vir şitilên ewil ên biharê çandin. Tevî hevşaredaran, Hevberdevka Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk û parlementer Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Dayikên Aştiyê û gelek jin tev li bernameyê bûn .   Jinan beriya çandina şitilan bal kişandin ser keda jinê û diyar kirin ku pergal hertim jinê derveyî hilberînê dihêle. Piştre jinan dest bi danîna şitilên bacanên sor, îsot, xiyar hwd. kirin.   Bername bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.