Di yurda KYK’ê de mirina bi guman 2026-06-04 18:01:31   BURDUR – Xwendekara Zanîngeha Mehmet Akîf Ersoy a Burdurê, Zehra Kaçar li yurda KYK’ê ya lê diman ji  katê 6’an de bi guman ket û jiyana xwe ji dest da.   Xwendekara pola sêyemîn a Zanîngeha Mehmet Akîf Ersoy a Burdurê (MAKUR) Zehra Kaçar li yurda KYK’ê ya Safahat  ya lê diman ji katê 6’emîn bi guman ket û jiyana xwe ji dest da. ekîbên hatin cihê bûyerê piştî kontrolan diyar kirin ku jiyan axwe ji dest daye.   Cenazeya Zehra Kaçar ji bo otopsiyê şandin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Burdurê.   Hate diyarkirin ku der barê mirina bi guman de lêpirsîn hat destpêkirin.