‘Ji bo mafê hêviyê têkoşîn wê bidome’ 2026-06-04 09:05:13   Devrîm Findik   STENBOL - Parêzer Îlknûr Alcan got dema ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê daye Tirkiyeyê di meha Hezîranê de tije dibe û biryara der barê mafê hêviyê de bê dayîn ne tenê Abdullah Ocalan ji 4 hezarî zêdetir girtî eleqeder dike. Îlknûr Alcan got: “12 sal e têkoşîn tê dayîn. Ji vir şûnde jî em ê bidin.”   Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê der barê "Mafê Hêviyê" de heta meha Hezîranê dem dabû Tirkiyeyê. Ji ber biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), heta niha li hember Tirkiyeyê gotin an jî pratîkên şermezarkirinê derketin pêş. Wekê din pêkanînek tune bû. Komîteya Wezîran ji bo Tirkiye di mijara mafê hêviyê de gavê bavêje heta dawiya meha hezîrana 2026’an dem da. Dema ku hatiye dayîn tije dibe û bala her kesî li civîna ku wê bê kirin e.   Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û Delegeya Stenbolê ya Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê, parêzer Îlknûr Alcan der barê "Mafê Hêviyê" û biryarên dawî yên komîteyê de axivî.   ‘Dema ku hatiye dayîn temam dibe’   Îlknûr Alcan da zanîn ku heta dawiya meha hezîranê dema ku ji bo Tirkiyeyê hatiye dayîn temam dike û got: “Di biryara komîteyê de tê diyarkirin ku Tirkiyeyê biryarên DMME’yê neanîne cih û ji bo kesekî 25 sal e girtî ye û cezayê muebetê lê hatiye birîn sererastkirinek qanûnî nehatiye kirin. Pêşnûmeqanûnên ji bo mafê hêviyê parlamenteran dane divê bên qebûlkirin. Ligel mafê hêviyê di biryaran de hat xwestin ku tedbîrên din jî bên girtin. Em ji van xalan yekê wek rakirina tecrîdê dibînin. Her wiha hatiye gotin ku divê ji tecrubeyên dewletên din fêde bê girtin. Tirkiyeyê di 12 salan de tu sererastkirin nekiriye. Divê der barê girtiyê ku 25 salê xwe tije kiriye de mekanîzma nirxandinê bihata avakirin. Lê nehat kirin.”   ‘Tu sererastkirinek nehatiye kirin’   Îlknûr Alcan balkişand ser mafê hêviyê û got: “Mafê hêviyê şansê ku ji bo girtiyên cezayê muebetê lê hatiye birîn, tê dayînê ye. Ev bi biryara Dadgeha mafên Mirovan a Ewropayê teşe bûye. Lê di pêvajoyên dîrokî û siyasî yên cîhanê de her welatekî li gorî xwe şîrove kiriye.  DMME’yê di 18’ê Adara 2014’an de bi biryara ku da, cezayê muebeta li Abdullah Ocalan hatiye birîn di esasa mafê hêviyê de nirxand. Ji bo mafê hêviyê pêk bê li hember Tirkiyeyê pêvajoyek da destpêkirin. Di 15-17’ê îlona 2025’an de komîteya wezîran dosya ku wek dosya ‘koma Gurban’ tê zanîn û di nav de Abdullah Ocalan jî heye ya 4 kesî ye di alî mafê hêviyê de nirxand. Bang li Tirkiyeyê kir ku biryarên DMME’yê bi lez bên cih.”   ‘Dikare prosedûra binpêkirinê bê destpêkirin’   Îlknûr Alcan di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Der barê Tirkiyeyê de dikare biryara destpêkirina prosedûra binpêkirinê ya di xala 46\4’an a Peymanê de bê destpêkirin. Li gorî vê xalê ku ji aliyê Komîteya Wezîran ve bê tespîtkirin ku dewlet biryarê pêk nayne, doza binpêkirina qanûnî dikare bê vekirin. Komîteyê di 12 salan de gelek caran dem da Tirkiyeyê. Lê Tirkiyeyê heta niha di vê mijarê de tu xebat nekiriye.”   ‘Biryar tenê Birêz Ocalan eleqeder nake’   Îlknûr Alcan wiha dawî lê anî: “Biryara ku komîte bide ne tenê Birêz Ocalan û Koma Gurban eleqeder dike. Li Tirkiyeyê ji 4 hezarî zêdetir girtiyî eleqeder dike. Ev 12 sal e ji bo vê têkoşîn tê dayîn. Ji vir şûnde jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.”