Halîde Turkoglu: Li dijî hevkariya mêr-dewletê parastina cewherî 2026-06-03 09:02:30   Melîke Aydin    AMED - Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu balkişand ser bêcezahiştina bi feshkirina Peymana Stenbolê mezin bûye û konsepta şerê taybet a li Kurdistanê û got: “Li dijî hevkariya mêr-dewletê em ê tax bi tax, mal bi mal xwe rêxistin bikin û civaka demokratîk ava bikin."   Polîtîkayên mîlîtarîst û zayendperst yên ku desthilatîdarî dimeşîne, qirkirina jinê giran dike û jin li dijî vê di esasa xweparastina cewherî de rêxistin dikin. Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu der barê qetilkirina jinan, polîtîkayên şerê taybte ya li Kurdistanê û xeta têkoşîna parastina cewherî de axivî.   ‘Fehskirina peymanê bêcezahiştin mezin kir’   Halîde Turkoglu got feshkirina Peymana Stenbolê rola parastinê ya dewletê ji holê rakiriye û got: “Vê rewşê bêcezahiştin mayînde kir. Bi feshkirina peymanê re tundiya li hember jinan zêde bûn. Pergala darazê di qetilkirinên jinan de li alî mêr cih girt û bêceza hişt. Me ev bi dehan carî dît.”   ‘Rêxistinbûna jinan parastina cewheriye’   Halîde Turkoglu daxuyakirin ku li dijî karekterê zayendperset yê mekanîzmayên dewletê, rêxistinbûn mekanîzmayeke parastinê ye û wiha bi lêv kir: “Em der barê qetilkirinên jinan, mirinên bi gumande rojevê ava dikin. Ev cînayetên bi hevkariya mêr-dewletê pêk tên û polîtîkayên bêcezahiştinê dibin sedema mezinbûna zayendperestiya di civakê de. Di vî alî de meclîsê jinan rêxitsibûnên jinan mezin dikin û ev rêxistinbûn di heman demê de parastina cewheriye.”   ‘Em di rêveberiyên herêmî de pergalê ava dikin’   Halîde Turkoglu destnîşan kir ku ew di heman demê de li dijî qanûnên ku desthilatdariyê rawestandine qadên alternatîf diafirînin û got: “Ligel mezinkirina xeta têkoşînê em der barê jinan de pergalekê ava dikin û em di rêveberiyên herêmî de ava dikin. Desthilatdariyê peymana Stenbolê fesh kir, qanûna 6284 rawestandiye, em li dijî vê di rêveberiyên herêmî de xebatên xwe dimeşînin.”   ‘Em destur nadin ku qirkirina jinan bê normalkirin’   Halîde Turkogolu bi lêv kir ku li dijî van qetilkirinên sîstematîk hewce bi plansaziyeke çalakiyê ya bê navber heye û wiha nirxandin kir: “Her roj jin tên qetilkirin. Em dibînin ku ev ji aliyê dewlet û civakê ve tê normalkirin. Lê ev qetilkirin ne normal in. Em ê destûr nedin vê normalkirinê. Divê em li dijî vê wek têkoşîna jinan a rêxistinkirî bi plan û çalakî rawestin.”   ‘Têkbirin bi destê qeyûman tê organîzekirin’   Halîde Turkoglu li ser polîtîkayên şerê raybet yên li Kurdistanê tên meşandin jî ev nirxandin kir: “Bi polîtîkayên şerê taybet li Kurdistanê jin hedef tên girtin. Ev ne tenê êrîşek fîzîkiye. Ji 2015’an şûnde bi plana têkbirinê re bi destê qeyûman bi awayekî organîzekirinê ev çetebûn ketiye jiyanê. Pergala dema vê dike dixwaze civakê têk bibe. Doza Îpek Er rola dewletê nîşan dide.”   ‘Rêxistinbûn şert e’   Halîde Turkoglu diyar kir ku li dijî texrîbata konsepta şerê taybet, çaeserî avakirina civaka demokratîk e û got rizgarî ji têkoşîna kolektîf derbas dibe. Halîde Turkoglu wiha dawî lê anî: “Divê gel, jin û ciwan bi îradeya xwe qadên rêxistibûnê mezin bikin. Bi hev re bibin hêza rêxistinkirî û ev jib o avakirina civaka demokratîk ya hewce ye. Divê  çapemeniya alîgir dest ji zimanên ku pergalê xwedî dike berde. Divê pêşî li zimanê ku gumanbaran diparêze berde.”