Ji bo aştiyê bang kirin: Divê qanûn bên sererastkirin 2026-06-02 09:04:38   BURSA - Jinan diyar kirin ku fatureya giran a şer li jin û zarokan tê birîn û bang kirin ku divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ewlehiya destûra bingehîn pêk bê. Her wiha jinan got sedsaleke din ya Tirkiye winda bike tuneye.   Di ser banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kir salek derbas bû û tevî vê hîna dewletê gavek şênber navêtiye. Jinên siyastmedar der barê pêvajoyê de bang kirin ku divê dewlet pêvajoyê lez bike. Her wiha jinan daxuyakirin ku ew di xeta aştiyê ya ku Rêberê Gele Kurd dane destpêkirin de ne û wiha got: “Tehemula Tirkiyeyê tuneye ku sedsaleke din bê windakirin.”   ‘Divê sererastkirinên qanûnî bên kirin’   Hevberdevka MEYADER’ê Munesra Geçîmlî da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  dixwaze aştiyê ava bike û divê dewlet demildest gavan bavêje. Munesre Geçîmlî wiha berdewam kir: “Em bang li Erdoan û Bahçelî dikin. Em aştiyê dixwazin. Bila kezeba dayikên leşkeran û gerîlayan neşewite. Pergal ji ser tirsê dimeşe. Bila ji bo wan sererastkirina qanûnî bike. Em aştiyê dixwazin. Divê sererastkirinên qanûnî bên kirin.”   ‘Divê zimanê kurdî qebûl bikin’   Siyasetmedar Fedayet Aras diyar kir ku ji ber şerê bi salane tê jiyîn windahiyên mezin çêbûne û wiha domand: “Şer çi bi Tirkiyeyê da qezenckirin? Tirkiye bi şer negihişt tu derê. Evqas can winda bûn, dayik giriyan. Kurdan zimanê xwe xwestin. Tiştek nexwestin. Lê hebûna Kurdan û zimanê Kurdan qebûl nakin.”   ‘Divê statuya Abdullah Ocalan bê nasîn’   Hevseroka DEM Partî ya Yalovayê Dîlan Aygun jî wiha anî ziman: “Aştî bi muxatabiyê dikare pêş bikeve. Divê di pakêta nû ya destûra bingehîn de gelê Kurd cih bigire. Em jin li alî aştiyê ne. Em azadiya girtiyan daixwazin. Statuya ji bo birêz Ocalan ji bo me esase. Divê statuya Abdullah Ocalan bê nasîn. Ger statu bê nasîn, piştî cejnê pakêta 7-8 xalî bê derxistin wê aştî jî bê. Divê hemû jin piştgiriyê bidin pêvajoyê.”   ‘Bêyî jinan aştî ne pêkan e’   Hevseroka DEM Partî ya Bursayê Abîde Ok diyar kir ku bedena giran a şer jin û zarok didin û wiha vegot: “Di şikandina vê dîlgirtina 100 salî de îradeya jinê girîng e. Di dîrokê de cara ewil jin hatin kolekirin. Ji ber vê pêvajo di alî jinan de gelek girîng e. Em dixwazin dîlgirtinê bişkînin. Aştî bi azadiya jinan dikare bê.”   ‘Em komunan ava dikin’   Ji Komuna Xwendekarên Mezopotamyayê ya zanîngeha Uludagê Zelal Aslan jî destnîşan kir ku ew li dijî polîtîkayên li ser ciwan û jinan têkoşîna rêxistinkirinê mezin dikin û wiha pê de çû: “Em xwendekar dixwazin ciwan rastî asîmîlasyonê neyên û xwedî mafên xwe bin. Bedena jinan tê bikaranîn, polîtîkayên şer tên meşandin. Me li dijî vê Komuna Xwendekarên Mezopotamyayê vekir. Di vê esasê de divê dewlet gavên ji bo aştiyê lez bike.”