Dayikên Şemiyê banga edaletê kirin 2026-05-30 14:01:10   STENBOL - Dayikên Şemiyê diyar kirin ku cejn demên ku "nebûna goran" herî zêde tê hîskirin in û gotin: "Ji bo ku cejn bi rastî jî cejn bin, divê aştî, edalet û rastî li vî welatî serdest be."   Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsi û kujerên wan bên darizandin, di hefteya 1105'emîn de li Qada Galatasarayê ya li Beyoglûyê kom bûn. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan û qurnefîl hatin hilgirtin.   Masîde Ocak, xwişka Hasan Ocak, daxuyaniya vê hefteyê xwend û diyar kir ku cejn rojên ku malbat lê dicivin, li dora heman sifrê dicivin, mal tijî mirov dibin û gor tên ziyaretkirin in û wiha got: "Lêbelê, ji bo me, xizmên windayan, cejn wateyeke xwe ya cuda heye. Bi her cejnê re, nebûna kesekî li ser sifreya me zêde dibe. Di her kombûnê de, çavên me li wan kesan digerin. Di lêdana derî de, di lêdana telefonê de, di nav elaletê de, em li zarok, hevjîn, xwişk û bira, bav, dayikên xwe yên winda digerin. Ji ber ku hezkiriyên me bi rêyên xwezayî ji me veneqetiyan. Ew di binçavan de winda bûn. Ew di bin parastina dewletê de hatin tunekirin û careke din venegeriyan. Ew di navbera jiyan û mirinê de man. Cejn yek ji wan demên ku nebûna goran herî zêde tê hîskirin e. Mirov diçin goristanan û li ser gorên hezkiriyên xwe dicivin, lê yê me gorek tune ku em biçin ser. Ji ber vê yekê, ji bo me, cejn ne tenê demeke hesretê ye; ew di heman demê de demek e ku neheqî dîsa tê hîskirin."   Di çalakiyê de hat gotin ku ji bo ku cejn bi rastî jî cejn bin, divê aştî, edalet û rastî li vî welatî serdest be."