Nobeta li Cenevreyê didome: Divê mafê hêviyê tavilê bi cih were 2026-05-27 21:49:10     NAVENDA NÛÇEYAN -  "Nobetê Azadiyê ya ji Rêber Apo re azadî” ku li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî li Cenevreya Swîsreyê tê lidarxistin, di hefteya 278’an de ye. Di çalakiyê de bang hat kirin ku  ji bo Rêber Apo “mafê hêviyê" û biryarên DMME’yê bi cih bînin.   "Nobeta Azadiyê ya ji Rêber Apo re azadî” ku ji 25’ê Çileya 2021’an û vir ve her Çarşemê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) li Cenevreya Swîsreyê tê lidarxistin, di hefteya 278’an de berdewam dike.   Kurdistanî û dostên wan di çalakiya rûniştinê ya li ber Ofîsa NY’ê de bang li saziyên navneteweyî kirin ku berpirsiyariyên xwe yên ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi cih bînin.    Çalakiya hefteya 278’emîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê Komîteya Çalakiyê Hasan Odabaşi daxuyaniya bi zimanê Fransî xwend.   Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014’an de di doza “Ocalan v. Tirkiyeyê (Hejmar 2)" de biryar da ku cezayê heta hetayê li Rêber Apo re hatiye dayîn, xala 3yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ku êşkenceyê qedexe dike, binpê kiriye. Di biryarê de bal kişand ser naskirina "mafê hêviyê".   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku zêdetirî 10 sal ji ser wê demê re derbas bûne û Tirkiye tevî bangên Konseya Ewropayê û Komîteya Wezîran jî vê biryarê bi cih neaniye û reformeke qanûnî ya bi bandor dernexistiye.   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Komîteya Wezîran di civîna Îlona 2025’an de bang li Tirkiyeyê kir ku bêyî dereng bimîne bikeve nava liv û tevgerê û di nav de avakirina mekanîzmayeke nirxandinê ji bo cezayên heta hetayê heye, pêşniyarên cûrbecûr ên reformê pêşkêş kir. Hat bibîrxistin ku ji bo Tirkiye qanûnên pêw,st çêbike heta dawiya Hezîrana 2026’an dem daye Tirkiyeyê, lê heta niha pêşveçênek şênber li holê tuneye.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Rêber Apo zêdetirî 27 sal in di girtîgehê de ye û heta niha ji bo çareseriyek aştiyane û siyasî ya pirsgirêka Kurd di nava hewldanan de ye. Hat destnîşankirin ku ew wekî nûnerê gelê Kurd û navbeynkarekî sereke roleke siyasî dilîze, lê mafên wî yên bingehîn bi giranî têne binpêkirin û di bin statuya hiqûqî ya bêçareserî de tê girtin.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Îro pêşeroja civaka Kurd û hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn metirsiya xala werçerxê ya krîtîk de ne. Dema ku rola Tirkiyeyê li herêmê û aliyê navneteweyî yê civaka Kurd ên li Îran, Iraq û Sûriyeyê id ber çavan de tê derbaskirin, wê encama rewşê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn encamên girîng biafirîne.”   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo ku Rêber Aporola xwe bi azadî pêk bîne û pêşiya berdanê were vekirin daxwazên xwe wiha rêz kir: “Divê biryara DMME’yê ya 2014’an tavilê were bicihanîn û Komîteya Wezîran  zexta siyasî û kontrola xwe zêde bike û heke pêwsît bike prosedurên binpêkirinê bi kar bîne.”   Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Dîlan Çetînkaya jî di çalakiyê de axivî û diyar kir ku li gelek welatan ji bo azadiya Rêber Apo û mafê hêviyê çalakiyên hevwext hatin lidarxistin.   Dîlan Çetînkaya destnîşan kir ku çalakvanên nobedê 278 hefte ne berxwedana xwe didomînin. Dîlan Çetinkaya bi bîr xist ku wan bi mekanîzmayên mafên mirovan ên NY’ê re hevdîtin kirine û daxwazên çalakvanan ji wan re ragihandine.   Dîlan Çetînkaya got, “Çalakiya li Cenevreyê berdewam dike. Divê rêxistinên mafên mirovan guh bidin dengê çalakvanan. Lê heta niha ti daxuyanî nehatiye dayîn. Mafê hêviyê mafekî navneteweyî ye. Dewleta Tirk bi rêbazên siyasî vê pirsigrêkê didomîne. Divê mafê hêviyê yê Rêber Apo tavilê were bicihanîn.”   Dîlan Çetînkaya bang li mekanîzmayên Mafên Mirovan ên Neteweyên Yekbûyî kir û got, “Nabe ku azadiya Rêber Apo bibe mijara bazarê.”