Jin û welatiyên Başûr piştgirî dan YPJ’ê 2026-05-27 21:09:07     NAVENDA NÛÇEYAN - Jin û welatiyên Başûrê Kurdistanê piştgiriya xwe ji YPJ’ê re nîşan dan û gotin; “Divê Ehmed Şera serbilind be ku YPJ bibe beşek ji artêşa Sûriyeyê ye. Parastina YPJ’ê û hiştina wê di nav sîstema siyasî û rêveberiya Rojava de erkekî exlaqî, netewî û nîştimanî ye.”   Di çarçoveya piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de, jin û beşên cuda yên civakê piştgiriya xwe ji bo YPJ’ê wekî hêzek bi bandor li Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin.   Jin û welatiyên Başûrê Kurdistanê bi peyamên kurt û têrwate piştgiriya xwe ji bo YPJ’ê nîşan dan û diyar kirin ku YPJ; hêza parastina jinan û Kurdistanê ye, her wiha di têkoşîna azadiyê de sembola mayîna jinê ye.   Her wiha diyar kirin ku di dîroka hemdem a gelên herêmê û heta cîhanê de, qet hêzek civakî wekî jinan di pêşengiya berxwedan, perwerde û hişyarkirinê de nebûye ku di heman demê de di pêşengiya avakirina civakê de jî ne ku ev rastiye jî tenê YPJ’ê bi ser xist.   Herwiha tekez dikin ku jinên YPJ’yî û Rojavayê Kurdistanê sembolên azadî, azadiya netewan û azadiya civakê ne û gotin; “Parastina YPJ’ê û hiştina wê di nav sîstema siyasî û rêveberiya Rojava de erkekî exlaqî, netewî û nîştimanî ye.”   Her wisa gotin; “YPJ sembola wêrekî û îradeya azade. Ji ber vê yekê em hemû piştgiriyê didin YPJ’ê. Ji ber vê yekê, divê Ehmed Şera serbilind be ku YPJ bibe beşek ji Hêzên Parastina Sûriyeyê ye.”