Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê 2026-05-24 15:05:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya DEM Partiyê, ji bo ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike çû Girava Îmraliyê.   Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol, ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin çûn Girava Îmraliyê.   Şandeyê herî dawî di 27'ê Adarê de çûbû Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû.