'Ji bo aştiyek bi rûmet divê kiryar bên dîtin' 2026-05-23 13:15:24   STENBOL - Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan di çalakiya Dayikên Şemiyê de diyar kir ku ew dixwazin yekîneya Wezareta Dadê ava kiriye bi mijara windayan ve mijûl bibe û got: “Heke windayek hebe kiryar jî heye.”   Mirov-Dayikên Şemiyê bi daxwaza “Winda werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1104'emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar xist. Dayikên Şemiyê, xizmên windayan, endam û rêveberên ÎHD'a Stenbolê, endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan, Hevserokê DEM Partiyê ya Stenbolê Çinar Altan û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin.   Di hefteya 1104'emîn de Dayikên Şemiyê li aqûbeta Pîro Ay ê ku di 15'ê Gulana sala 1994'an de hatibû binçavkirin pirsîn. Daxuyanî ji aliyê Mirova Şemiyê Jiyan Kaya ve hate xwendin.   Jiyan Kaya diyar kir ku her kes ji bo cejnek din bi kelecan e lê ew ji bo aqûbeta kesên hatine windakirin û faîlên wan werin darizandin li vir in û wiha got: “Çiqas desthilat guherîn jî lê polîtîkayên bêcazahiştinê her dem berdewam kir. Em di hefteya 1104emîn de ji bo Pîro Ay li vir in. Di 15ê Gulana sala 1994an de li navçeya Dêrikê leşkeran dest bi operasyonekê kir. Leşkeran Pîro Ay û gundiyê bi navê A.D., bi hinceta ‘alikarî dane PKKê’ binçav kirin. Piştî bûyerê malbata Pîro Ay ji bo aqûbeta wî hîn bibe, li çiya û newalan li wî geriya û li ber çemekî şopa xwînê dîtin. Piştî wê tu agahî ji Pîro Ay nehat wergirtin. Bavê Pîro Ay, Bedîr bi lez çû Qerekola Uçyolê, Fermandariya Cendermeyan a Dêrik û Dozgeriya Dêrikê lê tevî hemû hewldan û serlêdanan jî heman bersiv hate dayîn; ‘Pîro Ay nehatiye binçavkirin’.”   Jiyan Kaya destnîşan kir ku piştî di ser bûyerê de 18 sal derbas bûn bi hewldana ÎHDa Mêrdînê lêpirsîn hate destpêkirin û got: “Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê di 6 bûyerên cuda de îdianame amade kir. Di 16'ê Tirmeha 2012'yan de bi gotina ‘guman hebe û tune be jî bi kêfî gelek kes hatine kuştin, ev hatiye tespîtkirin’ di îdianameyê de cih girt. Di wê demê de Musa Çîtîl wekî Fermandarê Cendermeyan ê Navçeya Dêrikê peywîrdar bû. Bi erêkirina îdianameyê derbarê Musa Çîtîl de doz hate vekirin. Lê di dozê de polîtîkaya bêcezahiştinê ket meriyetê û Musa Çîtîl beraet kir. Mafê me heye ku em rastiyê bizanibin. Kesên ku li ber çavên malbatê; Pîro Ay binçavkirin kî bûn? Çi bi serê Pîro Ay hat? Çend sal derbas dibin bila bibin em ê li aqûbeta kesên winda bipirsin.”   Pervîn Bûldan axivî û jî anî ziman ku têkoşîna wan dê berdewam bike û wiha axivî: “Wezarata Dadê yekîneyek ava kiriye. Em jî dixwazin ew yekîne dest bide me û bi êşên me re jî mijûl bibe. Em dibêjin heke windayek hebe faîl jî heye. Heke aştî pêk were divê faîl jî bên dîtin ku aştiyek bi rûmet pêk were.”   Çalakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê bi dawî bû.