'Dîaspora wê ji bo mafê hêviyê li ser piyan be' 2026-05-22 09:03:45   Melek Avci   ENQERE - Li Dîasporayê ji bo ‘mafê hêviyê’ û statuya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya çalakiya nû destpê dike. Hevberdevka KCDK-E’yê  Zubeyde Zumrut da zanîn ku ji 27’ê Gulanê şûnde li seranserê Ewropayê wê li parlamento, sazî û navenda Strasbourgê çalakiyên girseyî pêk bên û zexta siyasî bê mezikirin.   Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (AKBK)  der barê mafê hêviyê dema ku dabûn Tirkiyeyê di dawiya meha hezîranê de temam dibe. Dosya ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dişopîne wek ‘koma Gurban’ tê binavkirin. Di vê komê de biryarên der barê Emîn Gurban, Hayatî Kaytan, Civan Boltan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hev re tên nirxandin.    Li aliyê din pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk salek û nîv e didome û der barê statuya Abdullah Ocalan de tu gav nehatiye avêtin. Hem li Tirkiye hem li Kurdistan û hem jî li Ewropayê ji bo pêkanîna maf û statuyê çalakî û bername didomin.   Hevberdevka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut der barê bernameyên li Ewropayê de axivî.   ‘Ev biryar wê bandorê li gelek siyasetmedarî bike’   Zubeyde Zumrut da zanîn ku piştî biryara mafê hêviyê gelek çalakî û bername pêk anîne û wek her sal îsal jî beriya rûniştinan, bi armanca mezinkirina têkoşîna civakî û bibîrxistina pêkanîna biryarê bernaya çalakiyên wan hene. Zubeyde Zumrut wiha got. “Wek KCDK-E, TJK-E,Tevgera Jinên Kurd û saziyên civaka sivîl em plansazî, dîplomasî û bernameyên vê dikin. Di vê de dostên me hene. Pêkanîna mafê hêviyê maf e. Ji bo vê divê gav bên avêtin. Tirkiye li dijî vê li berxwe dide. Sedema vê jî neçareseriya pirsgirêka Kurd ya bi sedsalane didome ye. Ji ber ev biryar wê bandorê li gelek siyasetmedarên Kurd û Rêber Apo bike. Dema em xebatan dimeşînin em dixwazin zexta civakî ava bikin. Em dixwazin rayagiştî ava bikin.”   ‘Em di 27’ê Gulanê de dest bi çalakiyan dikin’   Zubeyde Zumrut destnîşan kir ku di alî hiqûqî de zemîna vê niha heye û wiha domand: “Gelek kes bangê li Tirkiyeyê dikin, nameyan ji konseyê re dişînin û çalakiyan didomînin. Di plansaziya me de bi saziyên civaka sîvîl re em çalakiyên xwe di 27’ê Gulanê de didin destpêkirin. Ji 27’ê Gulanê şûnde em ê di çalakiyên xwe de bi parlamento, welatên Ewropa, muxataban mafê hêviyê bidin bibîrxistin û Tirkiyeyê bikin rojeva wan. Tirkiye di vê mijarê de hatiye mahkûmkirin. Em ê careke din bi çalakiyên xwe vê bidin bibîrxistin.”   Mîtîng, kampanya û daxuyanî   Zubeyde Zumrut diyar kir ku hevdîtinên bi parlamentoyê re, şandina dosyayan, rêxistinkirina kampanyayên îmzeyan wê heta 9’ê Hezîranê bidomînin û di 9’ê Hezîranê de li Strasbourgê li ber parlamentoyê daxuyaniyekê bidin. Zubeyde Zumrut wiha dirêjî dayê: “Komeke 200-300 kesî ku nav de akademîsyen, siyasetmedar û dostên Kurdan hene wê der barê mafê hêviyê de daxuyaniyekê bidin. Em ê di 10’ê Hezîranê de mîtîngek girseyî pêk bînin. Em ê di 22’yê Hezîranê de di 13’emîn salvegera nobeta li Strabourgê de dewr bigirin. Em di azadiya Rêber Apo de bi israr in. Ji bo çarseriya pirsgirêka Kurd a di zemîna demokratîk de em bi israr in. Divê statuya Birêz Ocalan bê nasîn.”