Banga ji bo beşdariya konferansa Komara Demokratîk: Em banga çareseriyê dikin 2026-05-21 14:59:39   STENBOL - Ji bo 'Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê' banga tevlîbûnê hate kirin ku wê di 13 û 14'ê Hezîranê de li Stenbolê bê lidarxistin.   Gelek siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û akademîsyen wê di 13 û 14'ê Hezîranê de li Stenbolê bi konferansa bi navê "Di Sedsala Duyemîn de Konseferansa Veguherîna Demokratîk a Demokratîk” lidar bixe. Kesên ku di bin bangawaziyê de îmzayan wan hene li hoteleke navçeya Beyoglûyê ya Stenbolê bi daxuyaniyeke banga tevlibûna konferansê kirin. Kurmanciya daxuyaniyê Sekretera Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Dîba Keskîn ve hate xwendin.   Piştî vekirin û silavdayînê Ahmet Tirk axivî û diyar kir ku ew bi salan e ji bo aştiyê têdikoşin û got: "Em ê bi hev re vê pêvajoyê bi ser bixînin."   Gulten Kişanak a piştre axivî û destnîşan kir ku her tişt bi baweriyê destpê dike û got: "Em dizanin ku guherandina demokratîk jî wê pêk were. Ji bo wê em bi berpirsyariyê radibin. Ew înîsiyatîf jî bi vê sedemê hate avakirin. Bi vê konferansê em ê daxwaza xwe ya avêtina gavê nîşan didin. Baweriya me ji tevahî civakê avakirina jiyanekê hevpar heye. Em bang li her kesî dikin ku di avakarina komarak demokratîk de em bi hev re bimeşin."   Dîba Keskîn diyar kir ku Tirkiye di qonaxeke krîtîk re derbas dibe ku di dîroka xwe de yek ji qonaxên herî krîtîk e û wiha axivî: “Tirkiyeya îro, li ser pirsgirêkên binyadî yên di warê demokrasî û hiqûqê de ku ji rabirdûyê mîras girtine, yên nû li wan zêde dike. Di asta navneteweyî de şer, otorîterbûn û newekhevî kûrtir dibin, di asta herêmî de jî her ku diçe şer û pevçûn serdest dibe. Di hundirê welat de serxwebûna darazê û serweriya hiqûqê lawaz dibe, azadiya fikr û ramanê û azadiya rêxistinbûnê roj bi roj teng dibe. Xizanî, newekheviya dahatê, rûxandina ekolojîk, berberîkirina civakî û di serî de şîdeta li dijî jinan zêdebûn û binyadîbûna şîdetê her ku diçe zêde dibin. Diyar e ku siberoja demokratîk a welêt di bin gefeke giran de ye. Ev gef li dijî her kesî ye ku li ser vê axê dijî, li dijî hemû çîn, beş û koman e. Bi bandora vê gefê, newekheviyên çînî, herêmî û nasnameyî û qeyranên di navbera beşên civakê de hîn kûrtir dibin.”   Di dewama axaftina xwe de Dîba Keskîn destnîşan kir ku ji bo ku ew bikaribin sedsala duyemîn a Komarê bi demokrasiyeke tam û aştiyê ji nû ve xeyal bikin, pêdiviya wan bi bihîstin, guhdarîkirin û naskirina hevdu heye û wiha domand: “Ji ber ku li ser vê axa ku em lê dimînin, di bîra hestiyar a her nasnameyê, her çandê, her civakê û her şêwazê jiyanê de şop, zext û trawmayên ku polîtîkayên otorîter li pey xwe hiştine, hene. Tirs û bêbaweriya me dibe sedem ku em xwe tenê hîs bikin û bibin berberî hevdu. Tirkiye, bi hewldanên îro yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd derfeteke dîrokî bi dest xistiye ku ji van qeyranên binyadî derkeve û veguherîneke demokratîk pêk bîne. Pirsgirêka Kurd ji doh heta îro ji ber kêmasiyên hişmendî û binyada demokratîk a li Tirkiyeyê mezin bûye û hîn jî mezin dibe. Bi gotineke din, demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd, parçeyên binesaziyekê ne ku ji hev nikarin bên veqetandin. Di vê wateyê de, pergaleke piralî ku tê de hemû nasname û bawerî li ser bingeha hemwelatiya wekhev di qada giştî de bi azadî hebin û dewlet li hemberî hemû baweriyan wekhev tevbigere, yek ji hîmên herî bingehîn ên demokratîkbûnê ye.”   Dîba Keskîn bi bîr xist ku hewldanên heyî yên çareseriyê, balê dikişînin ser hewcehiya komareke demokratîk û derfeta ji holê rakirina van kêmasiyan û derfeta çareserkirina pirsgirêkên binyadî pêşkêş dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em wekî kesên ku bi hişmendiya vê berpirsiyariya dîrokî hatine cem hev; bang dikin ku di sedsala duyemîn a Komarê de pirsgirêkên demokratîkbûnê bi hemû aliyên xwe ve werin nîqaşkirin û rêyên çareseriyê yên ku wê zemîna civakî û siyasî ya demokrasî û aştiyê xurt bikin, werin hilberandin. Tişta ku îro pêdiviya me pê heye; ne tenê rexne ye, di heman demê de vîneke avaker e. Ji bo avêtina gavên ku dê aştiyê civakî bikin, demokrasiyê kûr bikin û wekheviyê sazî bikin, beşdariyeke xurt a civakî û hişekî hevpar hewce ye. Bi rêya Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê; em her kesê ku ji bo avakirina siberojeke demokratîk kedê dide, xwedî îtiraz, gotin, îdîa û pêşniyazan e, her kesê ku xeyalan dike û bi siberoja me ya demokratîk a hevpar bawer dike, vedixwînin vê pêvajoya raman û nîqaşa hevpar.”   Navên kesên îmzeyên xwe di bin bangawaziya konferansê de hene wiha ne: “Ahmet Turk, Alî Bayramoglû, Akin Bîrdal, Ayşegul Devecîoglû, Çîlem Kuçukkeleş, Dîba Keskîn, Dogu Ergîl, Ender Îmrek, Erdogan Aydin, Fadil Bedîrhanoglû, Fatma Bostan Unsal, Fazil Husnu Erdem, Ferhat Kentel, Gultan Kişanak, Îhsan Elîaçik, Julîde Kural, Kuban Kural, Levent Koker, Mehmet Bekaroglû, Mesut Yegen, Nuray Turkmen, Pakrat Estukyan, Riza Turmen, Sureyya Karacabey, Şebnem Korur Fîncanci, Şukru Aslan, Vahap Coşkun, Zeynep Altiok.”