Girtiyên jin der heqê endamên lijneyê de gilî kirin 2026-05-21 10:37:07   ENQERE - Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê, bi sedema ku tehliyeyên wan bi îdiayên “nerast” hatine astengkirin, der heqê endamên Lijneya Îdare û Çavdêriyê de gilî kirin.    Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Tîpa F a Sîncanê tên ragirtin û tehliyeyên wan hatine astengkirin, der heqê endamên Lijneya Îdare û Çavdêriyê de gilî kirin. Hat zanîn ku di nava mehekê de vê lijneyê tehliyeya girtiya nexweş Pinar Tîkît, Fatma Aslan û cara 7’emîn jî tehliyeya Nedîme Yaklav a 34 sal in girtî ye asteng kir. Girtiyan, bi sedema “îdiayên nerast” der heqê endamên lijneyê li Serokatiya Meclisê û Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) serlêdana binpekirina maf kir.    Her wiha girtiyan der heqê endamên lijneyê de li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê jî gilî kirin. Girtiyan, diyar kir ku wan gelek caran daxwaza hevdîtina bi psîkolog re kirine lê ev daxwaza wan nehatiye qebûlkirin û piştre jî nirxandina “tev li hevdîtina bi psîkolog re nebûye” hatiye kirin. Girtiyan, got tu bingeheke van nirxandinan tune ne.    Hat zanîn ku dê girtî her hefteyê der heqê endamekî/ê de gilî bikin.