Di kongreya TAJÊ de perspektîfên Abdullah Ocalan hatin xwendin 2026-05-18 14:52:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Di kongreya 3'yemîn a TAJÊ de perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin û wiha hat gotin: "Birdoziya rizgariya jin pir bi nirxe. Di vê mijarê de we mesafeyekî girîng derbas kiriye û niha hûn pêşengtiyê dikin. Pêwiste hûn ji birdoziya rizgariya jinê derbasî polîtîkbûna rizgariya jinê bibin. Jixwe niha her derê pêşketina vê ya pratîkî tê jiyîn. Ez bawerim hûnê bibin jinên pêşeng û polîtîk.    3'yemîn Kongreya TAJÊ bi beşdariya 250’î delegeyan pêk tê. Kongre ku bi dirûşma "Bi jin jiyan azadî ber bi jiyana komînal ve" tê lidarxistin. Di kongreyê de perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin.    Perspektîfa Rêbe Apo ya ji bo jinan wiha ye:   “Ez di ferqê de me ku; hûn li ser axên jinan welidandiye de, rastiya mirovbûnê bi awayekî zelal dijîn. Jixwe ez herdem jixwe pirs dikim; ji bo jina ku dixwaze bibe xwe, jiyan çi ye. Her ku têgînên netewa herî kevn, koleya herî kevn ku min pênase kiriye şênber dibin, sosyolojiya rastîn wate qezenc dike. Mesafeya ku min beramberî çanda destdirêjiyê girtiye û dijî derketina vê, rêgezên bingehîn ya avabûna kesayeta minin. Çandekî kolebûnê ya wisa di hebûna jin de şênber bûye ku, tu durî vê bikevî yan ji birçîbûnê bimrî yan jî ji canê xwe bibî. Weke çarenûsekî di enya wan de hatiye nivîsandin. Li beramberî vê çarenûsê derketin, ferqa mezin ya kesayetên we yên azad danî holê. Ew rastiya ku netewa mêran qet nediwêrî bifikire, bûn rêgezên bingehîn ya nêzikatiya minê fikrî, ruhî, etîk û estetîk. Herkes xwedî jinekî, evînekî ye ku nikare jê bigere. Çarenûsekî we yê li ser vê bingehê heye. Ew feraseta ku gihiştiye wateya xweyê xwedayî, di şênberiya we de bersiva pêwist girtiye. Ew halê jiyanê ya bi we re ku nirxê vê ya efsûnî heye, bû rêgeza bingehîn ya jiyana min ku, min li ser piyan de girt. Jiyana mirovan çiqasî cewhera jiyanê be, li gorî min rastiya vê ya kolektîf ya piştrast bûyî jî, dibe tevgera we.   Min ji zarokatiya xwe ve hewl da ku ez bibim heval û rêhevalê jinê yê herî baş. Di têkiliya min û dayîka min de jî, lêgerîna min a ji bo jina azad dikare were dîtin. Ez girêdayî xeyalên xwe yên zarokatiyê mam, bi wî rengî min jiyan kir û têkoşîna azadiya jinê derxist holê.  Dema ez nû anîm Girava Îmraliyê min gotibû; “Xebata min a derbarê jinê de projeyeke ku nîvçe maye ye”. Ev xebata min êdî temam bûye û tişta dimîne pêkanîna wê ye. Têkoşîna azadiya jinê mîrateyeke gelekî girîng afirandiye. Ev mîrate bi dayîna hezaran şehîdan heta roja îro hat û nirxek girîng ava kir. Pêwîste bê zanîn ku min her tim xwest jin bijîn û ew bên jiyandin. Her windahiyek wan her tim min êşandiye. Ji bo min gotin, 'Ew kurê xwedawendê ye'. Min jî xwest ez bibim kurekî (zarokekî) hêjayî jinan. Vê yekê rêgeza (hêmana) bingehîn a têkoşîna min diyar kiriye. Min ji bo jinan, “Rêgeza Hêviyê” pêş xist. Min got, ‘Pêwîste her jinek azad bibe’. Wekî mêrekê min jî bi pîvanên etîk û estetîk ên li gorî azadiyê şekil girtine, xwe terbiye kir.   Rastiya jinê çi ye?    Sedsala 21. dikare bibe sedsala azadiya jinê. Jinekê pêwiste çawa jiyan bike? Jiyana xwe, derdora xwe dê çawa bi azadî birêxistin bike. Li gorî min şêwaza jiyanê ya herî xelet, jiyana  bê azadiya jinê ye, bîrekî bê dawî ye. Rastiya jinê çi ye? Kesekî, jina ku pê re zewiciyê jî tê de, jinan nas nake. Jin jî xwe nas nake, nizane hebûnekê çawa ye.   Astengiyên herî girîng ya di pêşiya sazîbûna demokratîk; 'malbatgerî’ û ‘Dewletperestî’ ye. Heta wana neyên derbas kirin, nikarin bigihîjin civaka demokratîk. Malbat û dewlet jî komûne, lê komûnekê çorsbûyî ye. Hemû pirsgirêk li derdora wan rastiyan dizivirin. Min wana piştguh nekir, lêhûrbûna xwe bi baldarî anî heta wan rojan. Lê ez dibêjim; ez qasî we newêrim bikevim wan tiştan. Ez niha dimeyzînim, her tişt li holê ye. Jin jî, mêr jî. Ez dibêjim, yên ku tên jiyîn veguherînekê sosyolojîke, ew di heman demê de buyerekî sosyolojîke. Rojhilata Navîn di nava şer deye. Ne tenê şer, qirkirinekî tê jiyîn. Qirkirinên ol û mezheban tê jiyîn. Jin tên revandin. Doh jinên Ezîdî, îro jinên Nûsayrî, Dûrzî. Qirkirina zayendî tê jiyîn. Ez weke sosyalîstekê ji wan bûyeran êş û berpirsiyarekî mezin jiyan dikim. Pirsgirêka jinê ji pirsgirêka netew girantire. Me tenê destpêkekê vê ya biçûk kir. Meseleya jinan ji bo min jiyanî ye, ez li ser sosyolojiya jinê disekinim. Bêjin; ‘Ocalan hemû şeran datîne aliyekî, li ser meseleya jinê disekine.’ Ez nefret ji qetlîam û tûndiya li ser jinê dikim. Ji ber vê mijarê min ya pêşîn jine. Hûn dizanin herkes pirsgirêka jinê dihêle taliyê, lê ji bo min pêşîne. Ji ber vê, ez kesayetên bi hêz derdixînim holê. Ez xwe li ser navê sosyalîzmê, li ser navê gelên Rojhilata Navîn û ji bo gelên me yên ez rêbertiyê wan dikim, mecbûr dibînim ku hinek tiştan bikim, biparêzim û ger gengaz be rizgar bikim.    Komûn çawa tên avakirin?    Civak di karakterê xwe de komûnale. Komun, forma yekemîn a civakîbûnê ye. Divê pênaseya civaka komûnal, wekî nirxên wê yên jiyana wekhev û azad werin têgihiştin. Bêguman mebesta me formên jiyana komunal yên nûjen in. Dikare wekê civaka demokratîk jî were bi nav kirin. Ya girîng ruh û çanda jiyana wekhev, azad û hevgirtî ya dûrî mêtingeriyê ye. Tegîna Civaka Ehlaqî û Polîtîk, îfadeyekî cûda ya nirxandina komûne ye. Komûn li beramberî dewletê ye. Zimanê pêvajoya nû ya aştiyê pêwiste polîtîk be. Em ê azadiya komûnê biparêzin. Jixwe navê vê li sere. Em fikra netew-dewletbûnê terk dikin, em têgînên ehlaq û polîtîka ku xwe dispêrin komûnê esas digirin. Me jê re got civaka ehlaqî û polîtîk, lê navê wê komûna azade. Navê vê yê ilmî azadiya komûnê ye. Komûn çi ne? Komûn çawa tên avakirin? Çend komûn pêwist dikin? Pêwiste şev û roj xebat were meşandin. Divê yek lahze jî vala derbas nebe. Li holê de berpirsiyartiyekê pir giran û mezin heye. Dema hun xew bikin jî, hunê pratîk û teorîk bifikirin. Ew karê afirîneriye ye. Êdin pêşxistina vê, dimîne li ser we.   Xebatên civakî bi komûnê destpê bikin   Ger hûn komûnê ava nekin, nikarin rêveberiya demokratîk jî ava bikin. Hun bi komûnaliteyê dikarin ji pirsgirêkên civakî re çareserî ava bikin. Rêveberiya xweser dibe, yekîneyên taxê dibe, tiştek din dibe, ya girîng kar kirina vê ye. Pêwiste hemû xebatên civakî bi komûnê destpê bikin. Li komûnê her tişt werin nîqaş kirin, bernamçe werin derxistin û xebatê vê were meşandin.   Ka em meyze bikin, hûnê çend komûnan ava bikin? Li Rojava komûnekî gund ya bi navê Jinwarê avabûye. Ceribandina Jinwarê çi ye? Cihê jinên ku di nava zehmetiyan de mane, ji heqeratê aciz bûne, dixwazin istirehet bike, êdin di çîrokên zilaman de naxwazin bibin amûre. Jinan negirin, pêwiste qadên, projeyên ku di hewa vekirî de bixebite, hilberînê hebin. Cihên ku jin bikaribin xwe biparêzin û hilberînin hebin. Çiqasî jinên ku ji malbatê cûda jiyan dikin, dûrketine, rastî heqaretê hatine, nexweş û hwd. hebin, pêwîste bibin komûn. Ne hinekî, hûnê radîkal jiyan bikin. Nav ne ewqasî girînge. Ya herî girîng pêşxistina komûne. Pêwiste qadên wan weke hilberînê jî hebin. Di malê de cihekî jinan ya nefes bigirin jî nîne. Rastî zilmê tên, heqaretê dibîne, jinên vî rengî pirin. Ger hûn vê xebatê bikin, xebatekî qasî welatê rojê bi nirx be.   Hemwelatiya azad, îfadeya vê heqîqetê ye   Entegrasyona Demokratîk, tê maneya ku têkilî û beşdarbûna dewletê li gorî sosyolojiya dîrokî, li ser bingeha sosyalîzma civakê bê sazkirin. Li gorî vê yekê, reformeke (nûkirin) destûra bingehîn a demokrasiya xwecihî di nav xwe de dihewîne, hewce dike. Reformeke wiha, tê wateya cewhera entegrasyonê. Li ser vê esasê, çareseriya em pêşdixin ne şexsî ye, entegrasyona kolektîf e. Hemwelatiya azad, îfadeya vê heqîqetê ye.   Di vê xisûsê de pêwîst e girêdana dewletê û ya netew-qewm, olî-çandî û hilbijartina azad a pergalî, neyê tevlîhev kirin. Têkiliya bi dewletê re, hemwelatîbûna li gorî destûra bingehîn e. Lê hilbijartina netew-qewm, ol-çand û pergala civakî ji hev cuda ne. Her hemwelatiyê ku weke welatî girêdayî dewletê ye, lazime karibe netew-qewm, ol-çand û pergala xwe bi awayekî azad hilbijêre. Ji bo vê jî pîvana esasî eve ku yekparebûna dewletê xirab nebe. Entegrasyona demokratîk hem yekparebûna dewletê û hebûna wî  mîsoger dike, hem jî dihêle ku her hemwelatî wekî me li jor jî anî ser ziman, di her sê qadan de bibe xwediyê mafê hilbijartina azad. Bi rastî jî stratejiya Entegrasyona Demokratîk tê wê wateyê.   Demokratîkbûn bi temamî ketiye rojevê   Pêvajoyek zehmet û bêrehm ya girêdayî şer û pevçûnan li pey xwe hîştin; hem ji bo welatê me, hem jî ji bo Rojhilata Navîn ber bi aştiyek ve ku çavkaniya wê demokrasiye ye çûyîn, êdî bûye derfet. Encama herî girîng ev e. Êdî ev xeyal nîne, rastiyek e. A rast, pêkhatina vê pêşketinê, dê bi pratîka me jiyanî bibe. Pergala Sykes-Pîcot tê derbas kirin; li şûna wê me serdemek ya bihara gelan derbas kir. Qonaxa aştiyê ya tekoşîna me, dikare di wateya rast de ber bi bihara gelan ve bibe. Rêya vê heta dawiyê vekiriye. Hemleya me ya Banga Aştî û Civaka Demokratîk, bernameya me ya komunalîteya demokratîk û feraseta me ya entegrasyona demokratîk, ji bo ku ev pêvajo bi awayekî serkeftî were meşandin derfeteke girîng afirandiye.   Di gava ku me avêtî de şopên wê dibînim. Ez wekî hêza Rêbertiyê ya vê tekoşîna 52 sal û yek mehê û wekî kesek ku hemû şêweyên şerê wê meşandî dibêjim ku, ev aştî hatiye heq kirin. Encamkirina vê aşitiyê bi civaka demokratîk re, hem mafe hem jî erk e. Maf e, ji ber ku me kedek mezin da; erk e, ji ber ku înşa kirina aştî û civaka demokratîk li pêşiya me wekî peywirekê disekine. Encamê her şerekî heye. Berdêla tekoşîna me jî, civaka demokratîk e. Ne xapandina netewe-dewletê ye. Em ji vê re dibêjin; “Civaka Demokratîk û Sosyalîst.” Berdêla aştiyê ev e. Ev di heman demê de erkekê ku, bi berpirsiyartiyeke bilind were pêkanîn. Ev biryardarî wekê ku tê nîşandan, teslîmiyet nîne, dest jê berdana parastina cewherî nîne. Berovajiyê wê, ji berê zêdetir hêzên me yên parastina cewherî û qabiliyetên wê pêş ketine. Demokratîkbûn bi temamî ketiye rojevê, lewma jî ev ji her demê zêdetir şans û derfetê dide parvekirina jiyaneke azad û wekhev.   Birdoziya rizgariya jin pir bi nirxe   Teqez divê ne bi zorê, ne bi ferz kirinê; li şûna wê encax, bi têgîna herî mezin, ango bi eşqê were meşandin. Êdî gelê me,  ji bo jiyanek demokratîk, hem xwedî mafe, hem jî xwedî erke. Heta xwebûn çênebe, tu nikarî li vê welatê derbarê mafê jiyanê de îdiayekê bînî ziman. Li ser vê axê, di asteke biçûk de be jî, encax kesên ku vê berpirsyariyê û demokrasiyê wekê mafê xwe dibînin dikarin jiyan bikin.   Ruxmî dest avêtina DAIŞ’ê jinên Êzidî xwedî seknekî bi hêz in? Divê vêya bizanibin; çanda Êzidî jî bi tena serê xwe têra azadiyê nake. Ez vêya dibêjim; her wiha min ev ji dewletê re jî got û ez dubare dikim; bi awayekî giştî, li hemberî îxtimala êrîşê ya li ser Êzidiyan, emê wan bi awayekî çekdarî biparêzin. Ango li vir her tişt di rêya xwe de be jî emê zêdetir giranahiya xwe bidin wir û em ê wan biparêzin. Divê dewlet jî vêya fam bike. Hûn dikarin bi nameyek kin silavên min ji Êzîdiyên li Şengalê bikin. Ev bangawazî ji 73 fermanên ku Êzîdiyan jiyan kirî re bersiveke. Ji bo wan Ronesansek destpê kiriye.   Birdoziya rizgariya jin pir bi nirxe. Di vê mijarê de we mesafeyekî girîng derbas kiriye û niha hûn pêşengtiyê dikin. Pêwiste hûn ji birdoziya rizgariya jinê derbasî polîtîkbûna rizgariya jinê bibin. Jixwe niha her derê pêşketina vê ya pratîkî tê jiyîn. Ez bawerim hûnê bibin jinên pêşeng û polîtîk. Ez we li ser vê bingehê slav dikim û encax ewqasî dikarim bi we re bibim, ya we bim. Di wan axan de her cûre jinbûn çêbû. Lê cara yekemîn ewqasî bi rastiyekî azadiyê ya bêhempa bibe destpêka Mezopotamya ye. Heta çêbûye jî. Ez hemû rêhevalên di pêkhateya we de bi evîna nûjenbûyî û serkeftî ya Mem û Zîn û Derweşê Evdî slav dikim. Hûn çiqasî fêm dikin ewqasî ji we me. Ez li ser vê bingehê serkeftinê dixwazim. Bi slav û heskirinên domdar re…”   Pespektîfên Abdullah Ocalan muhra xwe li kongrê dan, ji bo azadiya Abdullah Ocalan û azadiya jin dirûşme hatin berzkirin.