Peyamên ji bo Kongra TAJÊ: Ji bo azadiyê yekitiya jinan divê 2026-05-18 13:05:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Di kongreya 3’yemîn a TAJÊ ku danê sibehê destpê kir de gelek kesayet û rêxistin jî peyam şandin. Di peyaman de li gel daxwaza xurtkirina yekitî û tifaqa jinan, hat gotin ku hebûna jinên Êzidî ya li ser axa xwe, serkeftina herî watedar û mezine.   Kongreya 3’yemîn a Tevgera Azadiya Jinên Êzidî piştî hilbijartina dîwanê ya ji Riham Hico, Dayê Neam Bedel, Besê Avesta û Sara Botan pêk hat berdewam dike. Di kongreya ku bi dirûşma ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî Ber Bi Jiyana Komînal’ pêk tê de gelek peyamên girîng jî hatin dayîn.   Ji Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Dayê Pakîze Celal di kongreyê de axivî û got: “Em vê kongreyê li hemû jinên ji bo mafê jinan têdikoşin û delegeyên li vir pîroz dikin. Jin bi hawara jinê ve diçe. Qetil û xwekuştina jinan me diêşîne. Divê em bi qetilkirin û xwekuştinên jinan re têbikoşin.   'Ji bo mîsogerkirina azadiya xwe seferber bibin'   Li ser navê Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Axîn Întîqam têkildarî giringiya kongreyê û rola jinên Êzidî axaftinek kir û got: “Ez vê kongreyê li hemû jinan pîroz dikim. Divê em tifaqa xwe ava bikin. Divê hemû jin xwe bidin vê têkoşîna ji bo azadiya xwe. Em di heman demê de ji bo bawerî û çanda civaka xwe jî têdikoşin. Di vê kongreyê de biryardayînek girîng derbikeve. Divê her jinek xwedî li vê têkoşînê derbikevin. Me di vê oxirê de gelek berdêl dane. Ger em di nava van 10 salan de gihîştine vê qonaxê, şoreşeke. Divê em ji her deme zêdetir xwe di ber vê xebatê de berpirsyar bibînin.”   Axîn Întîqam diyar kir ku pişta wan bi Rêber Apo xurte û wiha domand: “Rêber Apo felsefeyek pêşkêşî me kiriye, divê em jî li gorî wê biçin. Rêber Apo xwest em vê asta xwe veguherînin asta ronesansekî. Ez bi vê wesîleyê vedixwînim rast famkirina vî fikrî. Divê hemû jin ji bo mîsogerkirina azadiya xwe seferber bibin. Heya jinek Êzidî bindest be em nikarin bêjin, têkoşîna me encam girtiye. Hîn jî êriş li ser me dewam dikin. Êriş bi şêwazên cûda li ser destkeftî û têkoşîna me dewam dikin. Divê em li hember van tiştan ji herkesê zêdetir têbikoşin. Em ê bi hemû îradeya xwe li gel TAJÊ bin. Em ê ji bo parastina wê jî weke fedayiyek têbikoşin. Em carekî din vê kongreya sêyemîn li we jinên Êzidî û Rêber Apo pîroz dikin, serkeftinê dixwazin.”   'Me dikin qurbaniyên berjewendiyên xwe'   Her wiha ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî jî şandeyek wek delege cihê xwe di kongreyê de girtiye. Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Qîmet Şirnexî di kongreyê de peyama jinên Mexmûrê pêşkêş kir û got: “Em we bi dilekî germ silav dikin û vê kongreyê li Rêber Apo, şehîdan û hemû jinên Êzidî pîroz dikim. Ez vê kongreyê li hemû şervanên me pîroz dikim. Jin îro ji bo azadî û pêşeroja xwe têdikoşin. Şerekî qirêj li ser me tê meşandin. Herî zêde jî jin para xwe ji bandorên van şeran digirin. Hêzên navnetewî me dikin qurbaniyên berjewendiyên xwe. Dixwazin axa me dagir bikin, hebûna me, ziman û çanda me tune bikin. Weke jinên wargeha Mexmûrê êşa jinên Êzidî fêm dikin û ji we dûr nînin. Ji ber me jî heman tiştan jiyan kiriye. Ya dikeve ser milê me em têkoşîna xwe ya ji bo azadî, îradeya xwe têbikoşin. Emê li dijî hemû êrişan bi têkoşîna xwe bêjin em hene û emê hebin jî. Rêber Apo me ji xewa mirinê hişyar kir.”   Qîmet Şirnexî destnîşan kir ku tu tiştek çarenûs nîne, çarenûs di destê jinan bi xwe de ye û wiha pê de çû: “Emê ji bo jiyaneke xweş û aram, her timî di nava lêgerînê de bin. Rêber Apo dibêje, wê jin jiyana komînal ava bikin. Ev jiyan bi berhem û keda jinê hatiye avakirin. Têkoşîna me ya ji bo jinên Êzidî divê xurttir bibe. Ev îrade û hêz di me de heye. Jin wê bikarin ji bo azadiya civakan têbikoşin û li ber xwe bidin. Em dibêjin, wê jiyan bi jinê were azadkirin. Em dibêjin, ‘Jin Jiyan Azadî’. Em gelek kêfxweşin li vir amadene û hest û ramanên xwe bi were parve bikin. Bijî hêza jin.”   Berfirehkirina rêxistinbûnê    Di berdewamiya birêveçûna kongreyê de peyamên nivîskî yên Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî, Jinên Êzidî yên Rojava, siyasetmedar û çalakvana mafê Êzidiyan Meyan Xêrî Beg ku ji derveyî Şengalê jî hatibûn, hatin xwendin û wiha hat gotin: "Berxwedana jinên Êzidî, di şert û mercên herî dijwar de, dîrokek nû ji hêza jinan, ji rûmeta jiyanê û ji biryardariya azadiyê ava dike. Ev berxwedan nîşan dide ku jin, ne tenê qurbaniyên dîrokê ne, lê di heman demê de avakerên bingehên civakeke nû ne. Yên ‘rev’  ji bo xwe nekirin qeder û ‘veger’ ji bo xwe esas girtin, îro jiyanê jinûve ava dikin. Mezintirîn serkeftin eve; vîna dayik û jinên ciwan yên li ser axa pîroz ya Şengalê/Êzdîxanê ye. Em hêvî dikin ku ev kongre bibe qonaxeke girîng ji bo xurtkirin, berfirehkirina rêxistinê û pêşxistina stratejiyeke hevbeş ji bo tekoşîna azadiyê. Rêxistinbûyin û yekbûn hêza herî girîngin ji bo berxwedanê li hemberî hemû formên zordestiyê.”   Bêdengiya navneteweyî   Siyasetmedar û çalakvana mafê Êzidiyan Meyan Xêrî Beg jî wiha nêrînên xwe anî ziman: "Em gavên we yên ji bo lidarxistina kongreyê pîroz dikin. Em bi hêvî ne ev Kongre ji bo wekhevî û dadperweriya di nav civakê de bibe bersiv. Em hemû bi dua û hêvî ne ku, keç û jinên me yên revandî û dîlgirtîne bêne rizgarkirin. Her çend ola Êzidî her dem rêzê ji jinê re digre û cihê wê pîroz dibîne, lê hîna jî hin malbat di bin qurbanê hizra paşverû ya li derdorê belav bûyî. Ev yek jî pêkanîna qanûn, dad û wekheviyê di vê serdema pêşketin û mirovahiyê de li ser jinê dijwartir dike. Hêj keç û cigerên me tên firotin û sûcdarkirin û di nav bêdengiya navneteweyî û herêmî de di gelek aliyan de tên bikaranîn û îstîsmar kirin. Em bi we re ne û piştgiriya xwe tînin ziman ji bo avakirina jina bihêz û rêxistinkirî. Jina bihêz malbat û civakê bihêz dike, ji ber ku jin nîvê civakê temsîl dike û nifşan perwerde dike.”   Parastina ziman, çand û dîrokê   Jinên Êzidî yên Rojava jî peyam şandin û gotin: "Lidarxistina vê kongreyê li ser axa Şengalê wateyeke xwe ya mezin û kûr heye Şengal ku yek ji hovanetirîn sûcên li dijî mirovahiyê dît, îro bi saya berxwedana kur û keçên xwe bûye sembola îradeya azad. Weke jinên Êzidî, berpirsiyariya me, ne tenê parastina xwe ye, ji dîrokê û heta niha me parastina çand, ziman û dîroka civaka xwe kiriye. Ji bo trajediyên ku jin û civaka me di dîrokê de dîtine, dubare nebin em tekoşîna azadiyê didin. Ji ber vê yekê girîngiya kongreya we weke platformeke diyalogê, rêxistinê û nêrîna hevbeş ku hem jinan hem jî civakê xizmet dikin, derdikeve holê. Em hêvî dikin ku kongreya  we bi serkeftinê biqede. Bi biryar û pêşniyarên ku yekîtiya jinên Êzidî xurt dike, rola wê ya pêşeng diyar dike û derfetên ji bo têkoşîna azadiyê, ji bo azadî, demokrasî û aşitiyê vedike derxîne holê.”   Peyama jinên êzidî yên Rûsyayê    Yekîtiya Jinên Kurd li Rûsyayê Vîyan û Saziya Êzîdxan jî peyamên xwe ji bo kongreyê şandin û wiha ragihandin: “Em, ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd li Rûsyayê “Vîyan”û Saziya “Êzîdxan” ve, bi germî û rêzgiriyê radigihînin; Di çarçoveya Kongreya 3’yemîn a ku di meha Şehîdan de (Meha Gulanê) tê lidarxist, em pîroz dikin ku kongreya we bibe destpêka jiyaneke nû, bi bingeha ol û baweriya xwe, çand û nasnameya xwe ya resen. Her wekî ku em ji dîrokê dizanin, jinên Êzîdî hertim li hemberî emperyalîzm û dagirkeriyê, çand, ol û nasnameya xwe parastiye. Ji ber vê sedemê bû ku hovîtî û komkujiyên terorîstên DAIŞ’ê, bi taybetî li ser laş û canê jinên Êzîdiyan pêk hatin. Em jî, wekî jinên Kurd-Êzîdî yên ku li Rûsyayê dijîn, her tim êşa we wek êşa xwe hesab dikin. Ev êş bûye hêza me ya tolhildanê, û berxwedana we bûye çavkaniya hestên me yên hevrihî û serbilindiyê. Her çiqas em ji we dûr bijîn jî, hêstir û asta têkoşîna me, ku ji Rêber Apo girtiye, hemû sinoran vedike û dihêle ku em li ser riya têkoşînê bi hev re bimeşin. Em jî xwe berpirsiyar dibînin, ku dengê we yê bilind li hemû cîhanê bidin bihîstin. Em ê rêya şehîdên xwe, bi yekîtî û biryardarî, heta hetayê bidomînin. Bi hev re, em ne tenê berxwedêrin, lê emê dîroka nû ya azadiyê jî binivîsin.”   Ji Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur peyama piştgiriyê    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur jî peyam ji kongreyê re şand û di peyamê de wiha hat gotin: “Em bi hezkirin û bi rêzdarî kongreya we silav dikin. Dil dixwest ku îro di ev kongreya we ya girîng de bi awayekî fîzîkî em li ba we bûna, mixabin ji ber şert û mercên konjukturî em nikaribûn bihatana.  Lê bi hemû coş û kelecana xwe dilê me bi we re ye. Di ev dema ku herêma me di qonaxeke dijwar û tijî qeyran û şer re derbas dibe, em bi rêzdarî 3'yemîn Kongreya Tevgera Azadiya Jinên Êzdî pêşwazî dikin. Îro erka neteweyî li ser milê me hemûyan girantir bûye. Em dizanin ku ji bo Kurd mafên neteweyî bi dest nexin rastî gelek êrişên hovane tên. Bi sedsalane zext û zilma dijmirovî li ser gelê me yên Êzidî tên meşandin. Dagirkerên Rojhilata Navîn bi dehan caran ferman li gelê me yên Şengalê rakirine û çerxeke qirker bi taybet li ser jin û zarokan pêk anîne.Di ev sedsala ku Kurd hîn jî ji mafên neteweyî bêparin, em dizanin ku parçebûn û neyekbûna me jî xetereya li ser neteweya me girantir dike. Daxwaz û hêviya me ewe ku Kurd demildest ji bo azadî û demokrasiyê yekîtiyê pêk bînin. Bi van hest û ramanan em kongreya we ya sêyemîn silav dikin û serkeftinê ji kar û xebatên we re dixwazin. Silav û rêz.”   'Jinên êzidî serî netewandin'   Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûr jî di peyama xwe de serkeftina jinan pîroz kir û wiha gotin: “Jinên Êzidî bûne sembola berxwedan û xweragiriyê. Bi îradeyeke xurt karîne xwe rêxistin bikin, li hember êrişên DAIŞ û terorîstan bisekinin. Jinên Êzidî karîn bi rêya TAJÊ têkoşîneke zindî û xurt bidin. Niha kongreya sêyemîn a piştî du kongreyên din, tîrêjên roja wan hîn geştir bûye. Em weke Platforma Jinên Kurd a Başûr piştgiriya xwe ji bo xebatên jinên Êzidî radigihînin û peyama xebatên hevpar didin. Em dixwazin kongreya sêyemîn bibe mêzek ji bo xwe rêxistinkirin û bihêzkirina peywendiyên jinên Êzidî bi rêxistin û tevgerên din ên jin re. Berxwedan û serî ne tewandina Tevgera Jinên Êzidî pîroz be. Pîrozbe serbixweyî û azadiya we, ji were daxwaza serkeftinê dikin.”   Kongre berdewam dike.