Li Kobanê hevdîtina 2 hezar jinan 2026-05-17 14:56:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevdîtina jinên herêma Firatê yên Kurd û Ereb ku bi armanca maf û hebûna jinan di pêşeroja Sûriyeyê de bê misogerkirin hat lidarxistin, bi beşdariya 2 hezar jinên li bajarê Kobanê pêk hat.   Rêxistina Kongra Star a bajarê Kobanê di bin dirûşma ‘Bi vîna jina azad em ê Sûriyeya demokratîk ava bikin’ komxebateke berfireh a civata jinan li ser asta herêma Firatê li dar xist.   Hevdîtina jinan a ji bo nirxandina rewşa Sûriyeyê, entegersyona jinan a di nava pêşeroja Sûriyeyê de , parastina destkeftiyên xwe bi riya siyasî û hiqûqî her wiha pejirandina vîna jina azad bi kombûna 2 hezar jinên Kurd û Ereb ên Kobanê, Eyn Îsa, Sirîn, Çelebî û Şêxlerê her wiha nûnerên sazî û rêxistinên jinan, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) dayîkên aştiyê û şehîdan hat meşandin.   Kombûna jinan a ji bo diyarkirina çarenûsa xwe di pêşeroja Sûriyeyê de û bi taybetî di warê destûrî de li navçeya Şêranê hat lidarxistin. Di destpêkê de ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin, paşê perspektîf û nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin.   Paşê li gorî rojevên komxebatê axaftin û peyamên girîng hatin dayîn.   ‘Jin mîmarên aştiyê ne’   Endama Koordînasyona Kongra Star Peyman Alûş wiha got: “Li bajarê Kobanê ku deşt û zinarên wê bi xwîna kur û keçên wê yên şehîd hatiye avdan û li ser axa ku şahidiya destanên berxwedanê yên herî mezin kiriye, di vê civata jinan ku jinên her du pêkhateyên Ereb û Kurd dihewîne, em îro di bin dirûşma "Bi Îradeya JinênAzad, em ê Sûryeya Demokratîk Ava Bikin" de kom dibin da ku qonaxeke nû ya aştiya sivîl li ser bingeha naskirina hevbeş û parastina maf û azadiyên hemû civakan ava bikin. Em piştrast dikin ku jin ne tenê karmend an rêveber in, mîmarên sereke yên aştiyê ne. Di qonaxên borî de jinên Sûriyeyê îsbat kirin ku pêşeng û rêveber in, ji parastina Kobanê bigre, heya azadkirina axê û rêvebirina saziyan. Ew hêzeke bêhempa ye ku ji pasguhkirinê ber bi pêsengiyê ve ji dûrxistinê ber bi biryargirtinê ve çûye. Mînakên herî mezin ên qehremaniya wê jî bi riya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) tesbît kirine ku vê hêza mirovî axê parastiye.”   ‘Em ê hebûn û destkeftiyên xwe di destûra Sûriyeyê de biparêzin’   Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî wiha got: “Sûriye heta niha bi nêrîn û biryarên mêr hatiye birêvebirin lê jinên têkoşer û yên di çeperên berxwedanê de cih girtin, şehîd bûn, bi fedakariyeke mezin ji jinên Sûriyeyê re bûn rêber. Jinên di avakirina pergala Rojava de kedeke mezin dan bi hişmendiyeke nû di nava malbat û civaka xwe de kesayet û nêrîneke cuda bi jin û mêr re ava kirin. Bi saya têkoşîna demdirêj e ku niha mêr jinan weke rêveval dibînin lewre avakirina Sûriyeyê bi vê hişmendiyê girîng û pêwîstiyek e lê rewşa Sûriyeyê û nebûna zagonan dibe sedem ku jin careke din rastî hişmendiya mêrê serdest û zayendperest werin. Em careke din rûbirûyê vê hişmendiyê ne. Di Sûriyeya nû de divê vîna jinan û tevlîbûna wan di pêngava avakirinê de pir bi xurtî hebe.”   Îlham Ehmed di domandina nirxandina xwe de wiha got: “Me di salên şoreşê de destkeftiyên pir mezin qezenc kirin, jinan di her warî de hişmendiya edalet, wekhevî, demokratîk û azadiyê bi pêş xistin û avakirin. Jinan ev qad ji bo xwe kirin qadên azadiyê, ev hemû destkeftiyên jinan in. Mixabin di sîstema nû de û Sûriyeya ku di pêvajoyeke demkî re derbas dibe, rû, çand, nasname û hebûna jinan nediyar e. Di rêveberiya Sûriyeyê de tenê jinek heye, di parlamentoyê de tenê 6 jinan cih girtine heta niha, weke karmend di saziyên din de hejmar heye lê jin di mekanîzmayên biryaran de nîn in.”   Îlham Ehmed di dawiyê de got: “Dema jin di navenda biryarê de bin ev tê wateya pêşketina edaletê û nêrînên cuda hebin. Ev jî bi xwe re nêrîneke objektîf a girêdayî hemû civakê derdixe holê. Lewre weke jinên Kurd pir girîng e ku em destkeftiyên xwe bikin malê hemû jinên Sûriyeyê. Naskirina nasnameya Sûriyeyê weke nasnameya jinan, pir bi wate û girîng e. Ji bo vê jî têkoşîneke pir mezin pêwîst dike. Têkoşîneke qanûnî, siyasî, civakî ya hevgirtî divê hebe. Divê beriya nivîsandina destûra Sûriyeyê em weke jin hevdîtin û kombûnên xwe zêde bikin ji bo ku bikaribin tevlî destûrê bibin û destkeftiyên xwe mayînde bikin.”   ‘Dîrok û mîrateya jinan nayê înkarkirin’   Berdevka Dayîkên Aştiyê û Malbatên Şehîdan Eyşe Efendî jî di axaftina xwe de vê peyamê da: “Kombûna jinan gelek bi wate û girîng e, em îro hêviyên xwe tînin ziman û pêşeroja xwe xêz dikin. Sîstema Hevseroktî ya ku projeya Rêber Apo ye dixwazin binpê bikin careke din jinan biçewisînin lê dîrok û mîrateya jinan a di vî warî de tê nasîn û kes nikare înkar bike. Bi taybetî jî Şoreşa Rojava ya ku jin di vî warî de roleke diyarker tê de lîstine. YPJ’ê bi berxwedana xwe nûnertiya vîna tevahî jinan kir, em dibînin îro di pergala nû ya Sûriyeyê de jin vîn û hebûna wan tê paşguhkirin.”   Eyşe Efendî biryara xwe bi van gotinan anî ziman: “Her ku ev sîstem jinan paşguh bike wê vîn û têkoşîna me mezintir bibe. Em di têkoşîna xwe de bi îsrar in, gelek caran li pêşiya me kelem çêbûne. Jixwe weke dayîkên aştiyê û şehîdan me ev biryar di bin cenazeyên zarokên xwe de daye me gotiye em bê zarok dijîn lê em bê azadî û welat najîn.”   ‘Em ê hevdîtina xwe veguherînin destpêkeke nû’   Bi navê jinên ji pêkhatiyên Ereb Amne Ebû Ela bang li jinên Sûriyeyê kir û wiha got: “Jinên Sûriyeyê ku di sekn û bîra xwe de nûnertiya dewlemendî û sincê  civaka Sûriyeyê dikin, bûne mînak û vê rastiyê di pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xwe da der. Rêber Abdullah Ocalan ê ku teqez dike bêyî jinan nikarin behsa azadiyê bikin. Rastiya vê gotinê li ser axa me diyar kir û veguherî rastiyê. Ji ber vê jî em hemû jinên Sûriyeyê vedixwînin ku bibin pêşengên aştî, demokrasî û wekheviyê. Em vê hevdîtinê veguherînin destpêkeke nû ya xêzkirina pêşeroja jinên Sûriyeyê.”   ‘Li dijî cîhana mêr a desthilatdar em ê nasnameya xwe biparêzin’   Herî dawî li ser navê YPJ’ê Canda Rojda, axivî û got: “Em ê hebûna xwe bi riya têkoşîna jinên Kurd û yên ji pêkhateyên cuda biparêzin. Jixwe erka me parastina wan destkeftî û hebûnan e, em ê her dem parastina ax, nasname û dîroka jinan bikin. Ev erk jî ne tenê li Rojava sînordar e her wiha em ê ji bo hemû jinên Sûriyeyê heman xebat û têkoşînê bidin meşandin. Li dijî cîhana desthilatdariya mêr a ku hebûna me qebûl nake, em ê bi jinan û gelê xwe re vê têkoşînê berdewam bikin. Em ê di Sûriyeya pêşerojê de biryara xwe bidin û çarenûsa xwe diyar bikin, em ê bi rûmet bijîn û têbikoşin. Desthilatdar karê wan înkarkirina hebûn û nasnameya jinan e lê ji bo me xebata herî bi rûmet û pîroz ew bû ku me di van salên şoreşê de nasnameya jina azad misoger kir û em ê vê yekê berdewam bikin.”   Piştî axaftinan komxebat bi encamnameyê bi dawî bû.   Encamname wiha ye:   * Em ê heta azadkirina Rêber Abdullah Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê di hemû şêweyên siyasî û rêxistinî de xebat û têkoşînê bidomînin.   * Pêwîstiya beşdarbûna jinan di hemû sazî û dezgehên biryardayînê de û bidestxistina wekheviya zayendî ya rastîn heye da ku jin di şekildana biryarên Sûriyeya demokratîk de bibin hevkar û rêber.   * Divê der barê reformên qanûnî de ku girîngiya wan ne kêmtir e, pergala dadweriyê qanûnên hişk derxe ku zewaca zarokan û pirzewaciyê qedexe bike û tundiya navmalî, îdarî û aborî sûcdar bike û jinan biparêze.   * Bêyî serxwebûna aborî û perwerdehî, hêz çênabe. Ji ber vê yekê, bi riya vê civatê, em bang dikin ku piştgirî bidin projeyên piçûk ên jinan, ji bo bidestxistina xweseriyê. Her wiha mafê wan ê perwerde û zanînê bikeve bin temînatê.   * Di çarçoveya nasnameyê de, em tekez dikin ku zimanê Kurdî zimanê dayîkê ye û stûneke bingehîn e em pê serbilind in. Divê wekî zimanekî fermî di nava pêkhatina herêmê de were parastin, ji ber ku şikestina wê dê bibe sedema şikestina beşeke ji giyanê jinên Kurd.   * Îsbat bûye ku Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku bi qehremaniya xwe dîrokê nivîsandiye, hêza xwe ji piştgiriya me digre. Divê ew bi fermî weke artêşeke ku civakê diparêze û ji bo hemû jinên cîhanê dibe serbilindî were dîtin.   * Em ji bo Sûriyeya demokratîk dixwazin destûreke ku rola jinan biparêze û di avakirina dewletê de pozîsyoneke bingehîn bide wan, were nivîsandin. Da ku hebûna wan ne lukseke siyasî be, pêdiviyeke hebûnî be.   * Avakirina Komîteya Dayîkên Aştiyê.   Hevdîtina jinan bi berzkirina dirûşmên ‘Jin, jiyan, azadî’ bid dawî bû.