Roja Gulîstan Doku winda bû Çagdaş Ozdemîr û emniyet li pey bûn 2026-05-16 15:14:28   Semra Turan    NAVENDA NÛÇEYAN - Derket holê ku roja Gulîstan Doku winda bû, Serbijîşkê Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê û Mudurê Tendirustiyê yê Bajêr yê berê Çagdaş Ozdemîr û du wesayîtên polîsan  li pey wê bûne.   Xwendekara Zanîngeha Munzur a Dêrsimê Gulîstan Doku, di 5'ê Çileya 2020'an de winda bû. Her çend şeş sal in Gulîstan Doku nayê dîtin jî di çarçoveya lêpirsîna nû de di meha Nîsanê de girtin û binçavkirin pêk hatin. 17 kes hatin binçavkirin û 12 kes hatin girtin.   Di nav kesên hatine binçavkirin û girtin de Serbijîşkê Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê û Mudurê Tendirustiyê yê Berê  Çagdaş Ozdemîr jî hebû.   Derket holê ku Çagdaş Ozdemîr berî ku Gulîstan Doku winda bibe ji cihê berê ku Gulîstanê destnîşan kiribû derbas bûye.     Her wiha rapor destnîşan dike ku du wesayîtên polîsan jî wesayîta Çagdaş Ozdemir li pişt dişopandin. Rapor eşkere dike ku Çahdaş Ozdemîr û du wesayîtên polîsan wê rojê li pey Gulistan Doku bûnr.   Ji aliyê din ve, îfadeya Erkan Ataş, şahidê dawî yê ku Gülistan Doku dîtiye jî nîşan dide ku Çagdaş Ozdemir bi wesayîta xwe berî bi du deqeyan ji wir derbas bûye.