Zarokê ku ket çemê Firatê bi gûman jiyana xwe jidest da 2026-05-14 14:57:58   DÎLOK - Lawikê 14 salî, Muhammed C. ku li gorî raporan piştî ku li navçeya Nizipê ket  Çemê Firatê winda bû, di bin şert û mercên gumanbar de mirî hat dîtin.   Tê îdiakirin ku Muhammed C. li navçeya Nizipê ya Dîlokê ji bo hênikbûn ketiye Çemê Firatê. Piştî ku winda bû, xelkên herêmê rayedar agahdar kirin û tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên cendirme û yên binavî şandin cihê bûyerê.   Piştî hewldanan, cenazeyê Muhammed C. hat dîtin. Cenaze ji bo otopsiyê  birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Nizipê.   Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.