Karkerên Somayê hatin bibîranîn 2026-05-13 15:40:33   MANÎSA - Karkerên 12 sal berê di karesata madenê ya Somayê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn. Di bîranînê de peyama domandina têkoşînê hate dayin û wiha hate gotin: “Hûn nikarin vî sûcî veşêrin.”    Di 13’yê Gulana sala 2014’an de li navçeya Somayê ya Manîsayê di kana madenê ya Şîrketa Anonîm a Kargeha Komirê ya Somayê de hezaz çêbû. Di karesatê de 301 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Komeleya 301 Madenvan a Somayê, bi boneya sala 12’yemîn a karesatê bîranîn li dar xist. Bîranîn, li Qada Cengîz Topel a Somayê hat lidarxistin. Welatiyên ji bajarên cuda, wekîl û nûnerên partiyên siyasî tev li bîranînê bûn.    Serokê komeleyê Îsmaîl Çolak di bîranînê de got: “Divê tu karkerek li cihê kar neyê qetilkirin, divê tu karkerên madenê nemirin, sendîka hewceye xwedî li karkeran derkevin û venêrînê bikin. Heta ku venêrîn tune be dê ev qetlîam bidomin.”    Pisporê Rêxistiniyê yê Sendîkayê Bagimsiz Maden-Îş’ê Başaran Aksu jî got: “Di doza qetlîamê de encamekî baş derneket. Daraz daraza patrona ye lewma ditirsin ji bo karkeran biryareke erênî bidin. Piştî qetlîamê bi pereyê 6 hezar karkeran ev der talan kirin. Li dijî vê me li her derê li ber xwe da. Ji bilî şêlandina 80 milyon hemwelatiyan, ferzkirina birçîtî û xizaniyê, ji bilî tijekirina qaseya holdîngan tu armanceke îktîdarê nîne. Hûn nikarin vî sûcî veşêrin. Hemû Soma vî sûcî dibîne. Bi zor û zehmet li peywirdarên cemaweriyê doz hate vekirin lê ceza nedanê. Piştre jî ji gel re gotin edalet heye.  Dê têkoşîna me ya ji bo 301 birayên me bidome.”     Ji karkerên madenê Mûrat Kanca jî di bîranînê de ev tişt anî ziman: “Bapîrê min, bavê min karkerên madenê ne. Ez jî karkerê madenê me. Ji sala 2016’an ve heqê me dixwazin. Em çûn Sendîkaya Bagimsiz Maden-Îş’ê û me 17 rojan li ber xwe da. Em 90 km’an meşiyan. Bi berxwedanê me zanî ka dê heqê xwe çawa bistînin. Ji me re digotin ‘bikevin binê erdê’ em diketin, digotin ‘derkevin’ em derdiketin. Digotin ‘pere tune ye.’ Lê em hîn bûn ku ev meseleye ne wiha ye. Em 301 karkeran careke din bi bîr tînin.”    Cîgira Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan û Wekîlê DEM Partiyê Îbrahîm Akin jî di axaftinên xwe de bal kişandin ser têkoşînê.    Piştî bîranînê, girse derbasî Şehîdgeha Madenvanan bûn.