Elîf Torun Oneren: Divê statuya Birêz Ocalan bê nasîn 2026-05-13 09:07:38     ENQERE - Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger a Yekbûyî Elîf Torun Oneren da zanîn ku vekirina kanalên hevdîtinê yên bi Abdullah Ocalan re wê pêvajoyê pêş bixîne û got: “Hevdîtinên komîsyon, merciyên têkildar yên bi Abdullah Ocalan re wê pêvajoyê pêş bixîn.”   Pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" ya bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin, ji ber kanalên hevdîtinê yên bi Îmraliyê re bi sînorin, pêş nakeve. Gel ev salek e li qadan dengê xwe bilind dikin û diyar dikin ku divê dewlet gavên şênber bavêje. Lê tevî vê dewletê xebateke qanûnî nedaye destpêkirin.   Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger a Yekbûyî Elîf Torun Oneren, daxuyakirin ku naskirina statuya Abdullah Ocalan girîng e û divê hemû alî ji bo têkoşîna aştiyê di xeta eniya yekbûyî de dengê xwe bilind bikin.   ‘Divê ewil qanûnên heyî pêk bên’   Elîf Torun Oneren,  got sererastkirinên qanûnî yên der barê pêvajoyê de hema hema hatine asta rawestînê û got: “Divê xebatên ji ser meclîsê bên lezkirin. Ji bo pêvajo baş bê meşandin divê AKP-MHP dest ji hincet û astengkirinan berdin, gavê bavêjin û pêşiya pêkanînên demokratîk negirin.Ev bên kirin wê pêvajo jî baş bimeşe. Komîsyonek li meclîsê hatiye avakirin heye. Divê tiştên di rapora komîsyonê de bên cih. Di asta yekem de xalên di qanûnan de hene û ji nû ve derxistina qanûnan hewce nake. Ya girîng pêkanîna qanûnan e.”   ‘Bi dayîna statuyê re wê pêvajo rehet bimeşe’   Elîf Torun Oneren, daxuyakirin ku bi dayîna statuyê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, naskirina mafê hêviyê wê pêvajo rehet bimeşe û wiha bi lêv kir: “Bi asta yekemîn re guherîna qanûnê  hewce nake û meclîs bi biryarên navberê yên digirin dikarin van pêk bînin. Tenê bila bixwazin, rê vekirîne, divê gav bên avêtin. Me di Pêvajoya 2013-2015’an de jî dît. Desthilatdarî gavan navêje. Ev jî pêvajoyê dixitimîne. Ev helwest bê cidiyet tên dîtin.”   ‘Di Newrozan de binçavikrin li Taksîmê îşkence’   Elîf Torun Oneren di berdewamiya nirxandina xwe de wiha dirêjî dayê: “Di vê pêvajoya aştî û demokratîkbûnçê tê axaftin de me pratîkên desthilatdariyê li qadên Newroz û 1’ê Gulanê dît. Piştî Newrozê gelek kes hatin binçavkirin.  Li Taksîmê êrrîşî girseyê kirin, Îşkence kirin. Dema rewş wisa be wê demokratîkbûn çawa be?.”   ‘Bi hevdîtinên bi Birêz Ocalan re wê pêvajo bimeşe’   Elîf Torun Oneren, daxuyakirin ku Abdullah Ocalan rêberê gelê Kurd e û divê kanalên têkiliyê bi wî re vekirî bin û got: “Hevdîtinên komîsyon, merciyên têkildar ên bi Abdullah Ocalan re wê pêvajoyê pêş bixîne. Divê statuya Birêz ocalan bê dayîn. Ev wê pêşiya çareseriya gelek pirsgisrêkan vebike. Ji  alî dewleê ve gavek tune ye, erênîbûnek tune ye. Çareserî yek alî nabe. Ev bi salan e em vê dibînin. Di vê pêvajoya dîrokî de hemû kes xwedî peywir e. Vî gelî bedelên giran dan. Divê Tevgera Azadiya Kurd tenê neyê hiştin. Hemû kes divê ji aliyê xwe ve dengê xwe bilind bikin.”