Berîvan Yunis: Divê Tirkiye ji bo 'Mafê Heviyê' gavê bavêje 2026-05-13 09:05:46   Jiyan Gencan   QAMIŞLO - Parêzer Berîvan Yunis, diyar kir ku divê dewleta Tirk ji bo Mafê Heviyê gavan bavêje û got: " Saziyên navneteweyî erka wan e ku rewşê bişopînin û ji bo pêkanîna Mafê Heviyê zextê li Tirkiyê bikin."   Komîteya Wezîran a Konseya Ewrupayê ji bo mafê hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wext dabû Tirkiyeyê û ji temambûna vê wextê re demek kêm maye. Wext heta meha Hezîranê ye, lê heta niha dewleta Tirk ji bo mafê hêviyê tu gav neavêtiye.   Parêzer Berîvan Yunis, li ser Mafê Hêviyê, rewşa Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocelan û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji ajansa me re nirxandin kir.   Berîvan Yunis, di destpêka axaftinê xwe de li ser Mafê Hêviyê axivî û got: " Mafê hêviyê, mafekî însanî û qanûnî ye. Di nava qanûnên navneteweyî de wek mafekî însanî tê nasîn. Derketina mafê heviyê ji bo kesên ku heta hetayî cezayê zindanê girtibin e. Zêdetir ew yek ji bo girtiyên siyasî tê xwestin. Parêzerên Rêber Apo mafê hêviyê xistin rojeva Konseya Ewrupayê. Pîştî girtina Rêber Apo ya 25 salan divê ew maf ji bo wî hatiba dayîn, ji ber temen jî Rêbertî divê ne di zindanê de be. Rêber Ocelan ku pêşengtiya avakirina Civaka Aştî û Demokratîk dike divê mafê heviyê jê re bê dayîn. Mafê Heviyê ji bo Rêber Ocelan tê xwestin, lê dewleta Tirk li gorî qanûnan tevnagere. Eger devleta Tirk qanûn pêk anîbûna bi hezaran girtiyên siyasî hene ku rewşa wan ne ligorî şertê mayîna di zindanê de û divê ji zindanê bihata derxistin. Ji bo girtiyek siyasî mafê heviyê girîngiyek mezine. Mafê heviyê ji bo Tenturîstî û deruniya girtiyan heviyek e. Divê ew maf ji bo Rêber Apo pêk were û di warê qanûnî de dewleta Tirk gavan bavêje. Di wê dema ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tê meşandin de xala herî girîng mafê hêviyê ye."   'Mafê Heviyê qanûneke  ku divê were pêkanîn'   Berîvan Yunis, anî ziman ku Mafê Heviyê qanûneke ku divê were pêkanîn û wiha lê zêde kir: " Li gorî mafê mirovan yê Ewrupayê Mafê Heviyê di Xala 3'mîn de hatiye bicîhkirin.  Zindaniyek ku heta hetayî ceza lê hetibe birîn ew divê ji wî mafî sûdê bigire. Ew qanûneke divê were pêkanîn. Lê li dewleta Tirk ne maf ne jî qanûn tên pêkanîn. Ji bo ew qanûn werin pêk anîn erk dikeve ser milê gel û bi taybet jî parêzeran."   'Divê saziyên navneteweyî zextê li Tirkiyeyê bikin'   Berîvan Yunis, diyar kir ku ji bo Mafê Heviyê erka saziyên naveneteweyî ye ku rewşa Rêber Ocelan bişopîne û wiha anî ziman: "Ji bo pêkanîna Mafê Heviyê şopandin dikeve ser milê sazî û dadgehên  navneteweyî. Rewşa Rêber Ocelan jî tê zanîn ku bi komployeke navneteweyî ew ket wê rewşê. Ji bo şopandina wî mafî di saziyên mafên mirovan ên navneteweyî de jî şopandinek baş nîne. Ew saziyên navneteweyî erka wan e ku rewşê bişopînin û ji bo pêkanîna Mafê Heviyê zehtê li Tirkiyê bikin. Divê gelê Kurd, hemû girtiyên siyasî û parêzer erka wan e ku ji bo  mafê heviyê têkoşînê bidin."   'Divê hemû parêzer ji bo Mafê Hêviyê bixebitin'   Berîvan Yunis anî ziman ku divê hemû parêzer ji bo Mafê Hêviyê yê Rêber Ocalan kar bikin û wiha dawî li axaftinê xwe anî:  Ez wekî parêzerek jin dibêjim ku Rêber Ocelan xwedî kesayetek girîng e.  Ew xwedan fikrek û nerînekÊ ye ku ne tenê ji bo gelê Kurd û Kurdîstanê ji bo hemû gelên bindest girîng e. Parastina Mafê Heviyê ji bo Rêber Ocelan erka hemû jinan e ku biparzin."