Nameyên jinên Rojhilata Navîn gihaştin YPJ’ê 2026-04-28 12:54:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Akademiya Jineolojî ya Rojhilata Navîn, nameyên Jinên Rojhilata Navîn ku bi hezkirin û rêzdarî ji şervanên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) re nivîsandine, radestî YPJ’ê kir.   Di 26’ê Nîsanê de Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan dest bi kampanyaya piştgiriya YPJ’ê kir. Jinên Rojhilata Navîn ji welatên wek Misir, Lubnan, Sûdan û Yemenê, bi eşqeke mezin ji bo ku piştgirî bidin hemleya ku hat ragihandin, name nivisandin. Îro şandeyek ji Akademiya Jineolojî ya Rojhilata Navîn ku ji 6 kesan pêk tê, serdana Navenda Fermandariya YPJ’ê kir.   ‘YPJ’ê bi zanist û rêxistinbûna xwe, bandorek mezin li tevahî jinên cihanê kir’   Berdevka Akademiya Jineolojî ya Rojhilata Navîn Zahîde Mamo da zanîn ku armanca serdana wan a ji fermandariya YPJ’ê ew e ku name bighêje cihê xwe û wiha domand: “Îro em serdana Yekîneyên Parastina Jinê dikin da ku peyamên jinên Rojhilata Navîn ku bi evîn û spasdariyê hatine nivîsandin, ji bo piştgiriya hêza YPJ’ê bighînin we. YPJ’ê bi zanist û rêxistinbûyîna xwe, xwedî bandorek mezin li tevahî jinên cihanê kir. Lewma îro her kes erkekî xwe wîjdanî dibîne ku piştigirî bidê.”   ‘Em ê nirxa vê şoreşê ji bîr nekin û em ê wê biparêzin’   Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê Rohilat Efrîn ji jinên ku piştgirî didin hêza xwe re spas kir û wiha got:”Armanca vê şoreşê parastina giyanê demokrasiyê, wekheviya zayendî û azadiya jinan e. Şoreşa 15 salan bi navê jinan hate kirin, şoreşa yekem di dîroka Kurdistanê de ku 15 salan dom kir e. Em ê nirxa vê şoreşê ji bîr nekin û em ê wê biparêzin.”   ‘YPJ ji hêla civak û tevahî jinan ve mîna pîvana herî bilind tên pejrandin’   Rohilat Efrîn tekez kir ku YPJ ji hêla civak û raya giştî ve wekî pîvana herî bilind tê pejirandin û divê hikûmet vê yekê binirx bibîne. Rohilat Efrîn wiha berdewam kir: “Kes şer naxwaze û xetera li ser jinan hîn bi dawî nebûye. Parastin pêwîst e. Jin beşek girîng a vê entegrasyonê ne û gavên ku têne avêtin rola wan a guncaw nadin jinan û  ev nayê qebûlkirin. Derxistina me ji vê pergala nû, xeternak e. Têkoşîna me dê berdewam bike. Ger hêza jinan wekî parastin neyê naskirin, wê demê mafê jinan nayê mîsogerkirin.”   ‘YPJ dê şewqek bide Sûriyeyek nû’   Rohilat Efrîn ragihand ku YPJ li ser mîrateyek dîrokî ya hezar salî hatiye avakirin da ku îro bibe hêza jinan a li ser rûyê erdê û wiha pê de çû: “Înkarkirina hêza jinan, înkarkirina mafên wan e. Em li welatekî dijîn ku aramî lê tune ye, ji ber vê yekê parastin pir girîng e. Armanca me ew e ku em  parastina gelê xwe li herêma xwe bikin. Em hêzek parastinê ya bi tevahî ji jinan pêk tê ne. Hebûna vê hêzê  dê şewqek bide Sûriyeyek nû.   ‘Rêxistinbûyîna jinan çeka herî bi hêz e’   Rohilat Efrîn balkişand ser rêxistinbûyîna jinan ku çeka herî mezin a hebûnê ye û got: “Em peyama ku we ji Rojhilata Navîn anî, pîroz dikin. Ji ber ku îro tevahiya cîhanê meraq dike ka YPJ çawa dê hebûna xwe biparêze. Rêxistinên jinan bihêz be, hevgirtî be, ew çeka herî bihêz in. Têkoşîna jinên rêxistinkirî li dijî zîhniyeta serdest divê bi hêz berdewam bike.”   Li gorî agahiyan dê YPJ di rojên pêş de bi daxuyaniyekê bersiva nameyan bide.