Bernameya Kampanyaya piştgiriya YPJ'ê 2026-04-26 13:26:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Di bernameya Kampanyaya "Em Hemû YPJ'ê Ne" û "YPJ'ê Nûnertiya Me Dike'' de dê konser û pêşangehên wêneyan li welat û dîyasporayê werin lidarxistin, şano werin pêşkêşkirin, panel werin lidarxistin û hevdîtin werin kirin. Her wiha kampanyaya haştagê were destpêkirin.   Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava îro bi daxuyaniyekê kampanyaya piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û daxwaza beşdariya wê di sazûmeniya wezareta parastinê de da destpêkirin. Daxuyanî li Staduyma Şehîdên 12'ê Adarê ya li bajarê Qamişloyê bi amadebûna bi dehan jinan, endamên tevger û rêxistinên jinan, nûnerên partiyên siyasî, hiqûqnas, rewşenbîr û çalakvan hat dayîn. Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê berdevka Kongra Star a bajarê Qamişloyê Rîhan Temo ve, bi erebî ji aliyê cîgira seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Wesayîf Dendea ve, her wiha bi zimanê suryanî ji aliyê endama Yekitiya Jinên Suryan Semîra Gewriyê Hena ve hat xwendin. Di kombûnê de alên Kongra Star û YPJ'ê hatin hildan û pankartên bi nivîsên "Em hemû YPJ'ê ne" û "YPJ'ê nûnertiya me dike" hatin vekirin.   Piştî ragihandina destpêkirina kampanyayê, bernameya wê hat aşkerekirin.   Cîgira Seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Wesayîf Dendena bernameya kampanyayê xwendin.   Di bernameya kampanyayê de ku dema bidawîbûna nehatiye diyarkirin, dê konser li welat û derve werin lidarxistin, pêşangehên wêneyên şervanên YPJ'ê werin vekirin û şano werin pêşkêşkirin. Her wiha dê çalakiyên olî werin lidarxistin û daxuyaniyek bi navê Dayikên Aştiyê, şehîdan û şervanan were dayîn.   Panelek dê bi mijara girîngiya YPJ'ê bi parêzeran re werin lidarxistin û hevdîtin bi akademîsyeyan re werin kirin. Dîsa jî  dê rûniştinên diyalogan der barê mekanîzmeya entegrekirina YPJ'ê de werin lidarxistin û dosyayên belgekirina sûcên şer werin amadekirin. Her wiha dê ji bo piştgiriya YPJ'ê kampanyaya haştagê were lidarxistin.