Li Kanîreşê li dijî talana xwezayê meş û mîtîng hat lidarxistin 2026-04-25 11:17:37   ÇEWLÎG - Bi pêşengiya sazî û dezgehên ekolojiyê li navçeya Kanîreşê ya Çewligê li dijî projeyên talana xwezayê meş û mitîng hate lidarxistin.   Bi pêşengiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê dê li navçeya Kanîreşê ya Çewligê li dijî projeyên talana xwezayê û serûbinkirina pergala ekolojîk mitîng bê lidarxistin. Piştî mitînga li Gimgimê, berxwedana li dijî projeyên talankirina xwezayê îro li navçeya Kanîreşê berdewam kir. Platformên jîngehê, komeleyên ekolojiyê û parêzvanên xwezayê yên ku ji gelek bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê yên cuda hatine, tevî gelê herêmê li dijî projeyên Santralên Enerjiya Jeotermalê (JESê) bûn yek deng û meş pêk anî.   Di meşê de pankartên “Em ê jîyanê bi parêzin” , “Em ê rê nedin jeotermalê”, “Em jeotermalê naxwazin” hatin vekirin û her wiha dowîzên “Pişgirtî dide jiyandin”, “Ne Tonî, ne Conî, ne HES, ne jî JES gerek bibin yek her kes” , “Parastina gundê me parastina pêşerojê ye” hatin rakirin. Dirûşmên “Bêdeng nemîne hûn bêdeng bimînin dê dor were we” , “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzkirin.   Girseya ku nûnerên civaka sivîl û ekolojîst jî di nav de bûn, li Xaçerêya navçeyê li hev civiyan û dest bi maşê kirin. Meşê bi berzkirina dirûşman heta ber avahiya Şaredariya Kanîreşê berdewam kir. Piştî meşê miting hat lidarxistin.   Mîtînga ku bi dirûşmên, “Axa me jiyana me ye”, “Jin jiyan azadî” hatedestpêkirin, Parlamentera Dêrsimê Ayten Kordu, Parlamentera Stenbolê Kezban Konukçu, Parlamentera Mûşê Sumeye Boz û Palamenterê Çewligê Omer Faruk Hulakî axivîn.    Piştî axaftinan mîtîng bi dawî bû.