Suheyla Taş hat tehliyekirin 2026-04-24 16:43:27   ENQERE - Süheyla Taş ku carekê berdana wê ji aliyê Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê ve hatibû paşxistin, ji Girtîgeha Jinan a Girtî ya Sîncanê hate berdan.   Süheyla Taş ku di sala 2017'an de li Amedê bi tawanbariya "endamtiya rêxistinekê" hatibû girtin û li gel ku roja tehliyeya wê ya bi şert hatibû jî careke din tehliyeya  wê ji ber biryara Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê hincetên pûç û vala hate astengkirin. Suhelyla Taş îro  ji Girtîgeha Jinan a Girtî ya Sîncanê hate tahliyekirin.   Malbata wê, endamên OHD'ê û rêxistina bajêr ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) li derveyî girtîgehê ew pêşwazî kirin.