Li Rojava êrişên li dijî sembolên Kurdan hatin şermezarkirin 2026-04-19 16:10:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Qamişlo û Tirbespiyê bi armanca şermezarkirina êrişên li dijî sembolên Kurdan daxuyanî hatin dayîn êrîş hatin şermezar kirin. Di daxuyaniyan de hate xwestin ku êrişkar bên cezakirin.    Piştî ku duh li nêzî Çerxerêya Zorê ya bajarê Qamişloyê kesê bi navê Hisên El Hiso bi çekê êrişî ala Kurdî kir û gule lê reşandin, gelê herêmê daket qadan. Li Qamişlo û Tirbespiyê bi daxuyaniyên girseyî ev êriş bi tundî hate şermezarkirin û bang li hêzên ewlekariyê hate kirin ku êrişkar werin cezakirin.   ‘Armanc têkbirina jiyana hevbeş e’   Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê derbarê bêrêziya li hemberî ala Kurdî de daxuyaniyek da. Di daxuyaniya ku bi beşdariya malbatên şehîdan, nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û şêniyên bajar hate dayîn de, êriş hate şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclisê Ubeyt Etê ve bi zimanê Erebî, ji aliyê endama meclisê Lîloz Xelîl ve jî bi zimanê Kurdî hate xwendin.   ‘Al nîşaneya fedakariya şehîdan e’   Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev êriş ne bûyereke ji rêzê ye û wiha hate gotin: “Ala Kurdî ne tenê semboleke neteweyî ye, di heman demê de nîşaneya fedekariya bi hezaran şehîdan e ku canê xwe ji bo parastina azadiyê dane. Bêrêziya li hemberî alê, rasterast êrişa li dijî nirxên şehîdan e.”   Lîloz Xelîl bal kişand ser armanca li pişt van kiryaran û diyar kir ku ev kes dixwazin di nava civakê de tevliheviyê derxînin û jiyana hevbeş têk bibin. Di dawiyê de, bang li Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) hate kirin ku cezayên herî tund bidin kesên li pişt van êrişan da ku bûyerên bi vî rengî careke din dubare nebin.   ‘Dem dema yekitiyê ye’     Li bajarê Tirbespiyê jî bi dehan şênî û endamên Malbatên Şehîdan li pêşiya avahiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) kom bûn û helwesta xwe nîşan dan. Daxuyanî li ser navê Însiyatîfa Gel a Tirbespiyê ji aliyê Munteha Mehmûd ve hate xwendin. Mehmûd êrişên li dijî sembolên Kurdî şermezar kirin û bi bîr xist ku ev sembol bi keda şehîdan hatine afirandin.   ‘Êriş li dijî tevahiya gelê Kurd e’   Mehmûd bang li tevahiya gelê Kurd kir ku xwedî li destkeftiyên xwe derkevin û wiha axivî: “Êrişa li hemberî ala Kurdî, êrişa li dijî tevahiya gelê Kurd e. Dem hatiye ku rê li pêşiya van kiryaran were girtin. Dem dema wê ye ku em mil bidin hev û yekitiya xwe ava bikin, da ku li hemberî êrişan helwesta me yek û diyar be.”