Cara yekem peyva ‘qurbanî’ ji bo Gulistan Dokû hat bikaranîn 2026-04-16 23:22:24   DÊRSIM – Gulistan Dokû ku 6 sal in winda ye, cara yekem di qeydên fermî de wekî “qurbanî” hate binavkirin.   Di lêpirsîna xwendekara pola 2’yem a Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû de pêşvçûnên nû derdikevin holê. Heta îro di qeydên fermî de Gulistan Dokû wekî “qurbanî” nehatibû binavkirin, lê îro di qeydên fermî de wekî “qurbanî” tê binavkirin.   Parêzerê dozê Alî Çîmen, li ser mijarê ji hesabê xwe yê X’ê parvekirin kir û got, “Di doza Gulistan Dokû de peyva ‘qurbanî’ cara yekem di belgeyên fermî de hat bikaranîn.”