'Em ê ji bo azadiya Birêz Ocalan li qadan bin' 2026-04-16 09:04:44   Elfazî Toral   STENBOL - TJA  bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîbûna pergala tecrîda Îmraliyê di 19’ê Nîsanê de ber bi Gemlîkê ve meşê pêk tîne. Aktîvîtsa TJA’yê Ayşe Aksoy der barê amadekariyan de axivî û got: “Aktorê mukareya aştiyê Birêz Ocalan e. Aştiya Tirkiyeyê ji azadiya birêz Ocalan derbas dibe. Em hemû jinan vedixwînin meşê.”   Tevgera Jinên Azad(TJA)  bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 19’ê Nîsanê de bi dirûşmeya ‘Dem dema azadiya jinê û azadiya Rêber Apo ye’ ber bi Gemlîk a Bursayê ve meşê pêk tîne. Amadekariyên meşê bê navber didomin, jin tax bi tax, mal bi mal serdanan pêk tînin û banga tevlibûna meşê dikin. Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Aksoy der barê meşa ku wê pêk bê de ji JINNEWS’ê re axivî.   ‘Rîska em bikevin pêvajoyek zehmet heye’   Ayşe Aksoy balkişand ser pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 27’ê Sibata 2025’an hatiye destpêkirin û da zanîn ku di ser pêvajoyê de salek derbas bûye û hîna dewletê gavek navêtiye. Ayşe Aksoy wiha got: “Di vê pêvajoyê de gelek alî xwedî li pêvajoyê û aştiyê derketin. Bi hevkariya partiyên siyasî û saziyên jinan ev hat nîqaşkirin û civakîkirin. Em jî beramberê van hevdîtinan dibînin. Di vê pêvajoya derbasbûyî de mixabin hîna dewletê gavek navêtiye. Ev jî fikaran zêde dike. Ger ku muzakere neyên kirin, qanûn neyên derxistin û aştiyeke mayînde pêk neyê, rîska ku em bikevin pêvajoyeke dijwar heye.”   ‘Divê mafên Birêz Ocalan bên dayîn’   Ayşe Aksoy wiha berdewam kir: “Derxistina şer hêsan e. Li ser du gotinan dikare şer bê derxistin. Ya zehmet aştî ye. Jin aştiya civakî diparêzin. Em jin dixwazin ku demildest aştî pêk bê. Ji bo aştiyê divê azadiya Birêz Abdullah Oalan pêk bê. Divê Abdullah Ocalan bikaribe xwe bigihîne mafên xwe.”   Ji bo meşê bang   Ayşe Aksoy der barê meşa Gemlîkê de jî wiha anî ziman: “Heta îro ji ber hewldanên ji bo azadiya Abdullah Ocalan bersiva xwe negirt, em jin dixwazin bi dirûşmeya ‘Dem dema jinê ye, dema hevdîtina bi azadiya serokatiyê re ye’ di 19’ê Nîsanê de dimeşin Gemlîkê. Xebatên me li her derê Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê dimeşin. Xebat wê heta şeva 18’ê Nîsanê bimeşin. Em banga tevlibûna meşa Gemlîkê li hemû jinan dikin.”