3 tîmên Şaredariya Peyasê ji bo şampiyontiyê derketin ser rê 2026-04-14 10:33:49   AMED - Tîmên voleybolê yên mêran û jinan ên Oz Kayapınar Belediye Sporê, piştî ku di hemû maçên xwe yên li Amedê de bi ser ketin û şampiyontiyê bi dest xistin, berê xwe dan şampiyontiya herêmî.   Sporvanên ku di sê tûrnûvayên cuda yên li Amedê de beşdar bûn û şampiyontiya herêmî misoger kirin, hatin serdana Hevşaredaran.    Di hemû maçên xwe de bi ser ketin   Tîma Voleybolê ya Jinan a Oz Kayapınar Belediye Sporê, di kategoriya Jinan a Mîdî ya li Amedê hate lîstin de, bêyî ku tu maçê winda bike bû şampiyon. Ev tîm wê di şampiyontiya herêmî ya ku di navbera 15-17’ê Nîsanê de li Meletiyê were lidarxistin de beşdar bibe.   Tîma xortên bin 12 salî jî bi serkeftina di hemû şeş maçên xwe de bû şampiyon û wê di şampiyontiya herêmî ya ku di meha Hezîranê de li bajarê Eskişehirê were lidarxistin de tevlî pêşbaziyê bibe.   Her wiha tîma kurên bin 12 salî, ku di kategoriya xwe de bêyî têkçûn şampiyontiyê bi dest xist, wê di şampiyontiya herêmî ya ku di navbera 22-24’ê Nîsanê de li Amedê were lidarxistin de nûnertiya Amedê bike.   Sporvanên ku di maçên pêşîn ên voleybolê de serkeftinên mezin bi dest xistin û wê tevlî şampiyontiyên herêmî bibin, li avahiya şaredariyê ji aliyê Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar, Cengîz Dundar, endamên meclîsa şaredariyê û alîkarên wan ve hatin pêşwazîkirin. Di vê serdanê de, Hevşaredaran serkeftina sporvanan pîroz kir û diyar kirin ku piştgiriya wan ji bo ciwanan û sporê dê berdewam be û di şampiyontiyên pêş de ji tîman re serkeftin xwestin.