Li Sudanê pergala tenduristiyê têk diçe 2026-04-10 18:14:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî, diyar kir ku ji ber êrîşên li Sûdanê û koçberkirinê xizmetên tenduristiyê hatiye asta rawestandinê û li nexweşxaneyan xizmetên esas jî nayên dayîn.   Li Sudanê gel ji ber êrîş, zext û kêmasiyên çavkaniyên dibî yên her diçe mezin dibe, bi krîzke mezin a tenduristiyê re rû bi rû ye.Bi têkçûna binesazî û qeslbûna kapasîteya mudaxaleyê re li gelek eyaletan pergala tendruistiyê bê bandor maye.   Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî daxuyand ku li eyaletên Rojhilatê Darfur û Bakurê Kordofan pergala tenduristiyê pir xerab bûye û ji ber êrîşên heyî û koçberkirinê, xwegîhandina alavên tibî yên jiyanî pir bi sînor bûye.   Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku bi taybet ji bo zarokên nû hatine dinê nivîn tune ne û kêmasiya alavan gihiştiye asteke krîtîk.