Li gund jiyan bi keda jinê didome 2026-04-10 09:03:30   BEDLÎS - Jinên li gundê Tetwanê dijîn, bi xwedîkirina sewal û bi çandina bostanan debara xwe dikin, li gel her cure zehmetiyên jiyanê bal dikişînin ser feydeya jiyana li gund.    Gund ne tenê qadên xwecihbûnê ne, cihên ku jiyana civakî, hilerînê di nava hev de hebûna xwe didomîne ne. Di jiyana gund de ku bi çiya, dest û çavkaniyên avê teşe dibin, çandinî û sewalkarî çavkaniya debarê ne û piraniya barê vê hilberîna nayê dîtin, li ser milê jinan e. Jinên li ser erdan, li malê û jiyana rojane de li her qadê hilberînê dikin, heman demê de bîra çand û civakî ragihînin nifşên pêşrojê. Li gundên kupratîkên jiyana hevpar û piştevaniyê tê domandin, yek ji mînaka herî xurt a hilberîna kolektîf û jiyana bixwezayê re tê meşandinê ye.   Keda ku bi sibehê re dest pê dike   Jinên sibehê zû radibin, ji dotina pez bigirin heta çêkirina xurekên ji şîr, pijandina nan, karê li ser erdan û baxçeyan û hemû qadên din bi keda xwe heyî dikin. Çandinî û sewalkarî dibe çavkaniya debarê ya esas û her wiha kêmbûna avê, krîza aborî ya her diçe giran dibe û sewalkarî bandorek mezin li ser jiyana gund dike.   Jinên li gundê ya Unsuz û Avetax ya Tetwanê dijîn, derbarê jiyan û hilberîna li gund de axivîn.   ‘Em naxwazin li bajaran bicih bibin'   Îpek Karakoç ya li gund dijî û di tenûrê de nan dipije jiyana li gund vegot û wiha pê de çû: “Em sibehê zû radibin. Em çêlekan didoşin. Piştre em tên malê sobeyê pêdixin. Sewalên me zivistanê di hundir de ne. Em bihar û havînan diçin pincarê. Em sewalên xwe berdidin çêreyê. Em çêreya xwe diçînin, baxçe diçînin, sebzeyan digihînin. Jiyan li vir xweş e. Li gund yekitî heye. Li bajaran ne wisa ye. Em bi hevkarî jiyana li gund didomînin. Ez naxwazim li bajar bicih bibin. Jiyan li vir xweş e û em mîrateya xwe diparêzin.”   ‘Li gorî salên berê av kêm e’   Îpek Karakoç  destnîşan kir ku gundê wan di alî erdnîgarî û axê de dewlemend e û çar gund ji çemekê avê digirin lê ji ber bikaranînê av kêm dibe û pirsgirêka avê dijîn. Îpek Karakoç wiha anî ziman: “Niha av kêm e û di vî alî de em zehmetiyan dikişînin. Havînê ji ber em nikarin erd û baxçeyên xwe av bidin hişk dibin. Îsal em baxçe naçînin.”   Jin hilberînê dikin   Jina bi navê Fesîhe Pîrol jî destnîşan kir ku hema hema hemû barê hilberînê li ser milê jinan e û wiha anî ziman: “Em havînê saet di 05-06’an de radibin. Zivistanê jî saet di 07.00’an de. Havînê karê me zêde ye. Zivistanê kêm e. Em şiyar dibin çêlekan didoşin. Em şîrê xwe dikin mast an jî penîr. Em debata xwe bi şîr dikin. Li gund kar hemû li ser milê jinane. Niha bihar hatiye; em ê biçin çiyan pincarê kom bikin. Em vê pincarê dikin nav penîrê xwe. Li çiyayên gundê me her cureyê gîha heye.”   ‘Krîza aborî sewalkariyê dide zorê’   Muhteber Karabey jî balkişand ser krîza aborî û daxuyakirin ku sewalkarî her diçe zehmet dibe û wiha pê de çû: “Gelek kesî ji ber vê dest ji sewalkariyê berdaye. Ji ber pirsgirêkên aborî em naxwazin li bajaran bicih bin. Em bostan diçînin, em bi xwedîkirina sewal û şîr, mast penîr debarê dikin. 6 çêlekên min hebûn. Me debara xwe bi vê dikir. Me du heb firotin dawet kir. Havînê em şivan digirin. Lê îsal em nagirin. Ji ber bihaye. Em bi derfetên xwe sewalên xwe xwedî dikin.”