Azîme Işik: Perspektîfa Abdullah Ocalan avakirina civaka demorkatîk e 2026-04-08 09:03:27   Melîke Aydin   STENBOL - Aktîvîsta TJA’yê Azîme Işik da zanîn ku dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyê dinirxîne nêzîkatia wî ya xwe dispêre referansên dîrokî, ne tenê xwendineke der barê paşerojê de ye, perspektîfeke avakirina pêşerojê pêşkêş dike û di avakirina civaka demokratîk de jî roleke mezin dilîze.   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema pêvajoyê dinirxîne nêzîkatiyeke xwe dispêre referansên dîrokî nîşan dide. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Azîme Işik da zanîn ku ev nêzîkatî ne tenê xwendineke der barê paşerojê de ye û got ev rêbaz perspektîfa avakirina pêşerojê pêşkêş dike û zemîna civaka demokratîk ava dike.   ‘Perspektîf çarserî û polîtîkayê diafirîne’   Azîme Işik der barê ku Abdullah Ocalan di nirxandina pêvajoyê de her tim serî li referansên dîrokî dide de axivî û wiha anî ziman: “Ev nêzîkatiya Rêberê Gelê Kurd xwe dispêre rêza sosyolojiya dîrokî. Vê jî bi perspektîfeke antorpolojîk a xurt xwedî dike.Li ser diyalektîfekek peşeroj û pêşerojê ava dike.Ev rêbazan daneyên dîrokî ne tenê wek vegotinekê wek alaveke watedarkirin û çareseriyê digire dest. Di vî alî de dîrok ji bo wî ne tenê statîk e; qadeke rojevî û her tim ji nû ve tê şîrovekirinê ye. Bikaranîna sosyalojiya dîrokî ya bi vî awayî ne tenê analîz di heman demê de avakirina bîrê jî dihewîne. Ev nêzîkatî hem perspektîf hem jî kapasîteya afirandina polîtîka û çareseriyê diafirîne.”   ‘Perspektîfa civaka demokratîk jin kirde û damezrînerin’   Azîme Işik di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser rola jinan a di nîqaşên civaka demokratîk de û wiha bi lêv kir: “Mijara jinê di perspektîfa Abdullah Ocalan de di navenda nakokiyên civakî de cih digire. Azadiya jinab dike esasa veguherîna civakî. Ev nêzîkatî têkoşîna jinab ji rewşeke nezelal, tîne asteke dînamîka damezerîneriya avakirina civaka demokratîk. Têkoşîna jinan ji dema Neolotîk heta îroyî tê destgirtin. Dane û şîroveyên der barê paşerojê de, piştgiriyê dide avakirina îdeolojiya azadiya jinan. Tecrubeyên paşerojê hem îlhamê hem rexneyê pêşkêş dike. Di nîqaşên îroyîn de bi  dersên ji tecrubeyan tên derxistin, perspektîfa civaka demokratîk ya ku jin dibin kirde tê pêşxistin.”   Azîme Işik balkişnad ser perspektîfa netewa demorkatîk û daxuyakirin ku di perspektîfê de jin ne tenê pêkhate, damezerîner û kirde tê pênasekirin û dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ jî îfadeya vê ye.   ‘Bîra civakî di avabûna îradeya kolektîf de rolek mezin dilîze’   Azîme Işik li ser rola bîra civakî ya di pêvajoyên siyasî de jî sekinî û ev nirxandin kir: “Bîra civakî ji bo avakirina hişmendî, bidestxistina nasnameyê girÎng.e Di avabûna îradeya kolektîf de rolek girîng dilîze. Ev bîr çiqas kolektîf be, di pêvajoyên siyasî de ev qas bi bandore. Yanî divê bîr ne di asta şexsî, divê di asta civakîbûnê de bimîne.  Lê şikestin û texrîbatên 10 salên daweî de civakîbûna vê bîrê qels kir. Bêguman qelsbûna bîra civakî, rê li ber krîzên bêdem û qelsbûna îradeya civakî vedike.”   ‘Tecrubeyan kapasîteyek afirand’   Azîme Işik li ser tecrubyên muzakere û aştiyê yên paşerojê û îroyîn sekinî û di vê mijarê de wiha got: “Tecrubeyên berê gav bi gav pêş ketin. Ewil diyalog û muzakere, piştre sererastkirinên qanûnî û herî dawî  bê çekbûn û entegrasyon. Lê di pêvajoya niha de rêz berovajî ye. Bê çekbûn destpêkê hat nîqaşkirin û ev ji bo lezbûna pêvajoyê wek taktîkekê dikare bê nirxandin.Ligel vê jî hemû tecrubeyên berê wek destkeftî tên pêşkêşkirin. Tecrubeya têkoşîna bi salan kapasîteyeke bi lez a pêşketinan afirand.”   ‘Pêşî li civakîbûna pêvajoyê girtin’   Azîme Işik di berdemamiya axaftina xwe de diyar kir ku nîqaşên li Îmraliyê tên meşandin ne tenê aliyekî, ji aliyê faktorên cuda ve tên şopandin û di astên diyarkirî de tê meşandin. Azîme Işik wiha bi lêv kir: “Lê ev nîqaş ji ber bi awayekî sîstematîk bi civakê re nayên parvekirin, bi aliyekî tê sînorkirin.Ev jî du encaman derdixe holê. Ya yekemîn asta nîqaş û polîtîkbûnê ya civaka Kurd zêde dibe, di civaka Tirkiyeyê de jî apolîtîkbûn dertê holê. Ya duyemîn jî desthilatdarî pêşî li civakîbûna pêvajoyê digire. Her wiha çapemenî û gotinên fermî di alî ragîhandina pêvajoyê de gelek girînge. Dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  pêvajoyê dinirxîne nêzîkatia wî ya xwe dispêre referansên dîrokî, ne tenê xwendineke der barê paşerojê de ye, perspektîfeke avakirina pêşerojê pêşkêş dike û di avakirina civaka demokratîk de jî roleke mezin dilîze. Ji bo xurtkirina bîra demorkatîk divê bîr bê kolektîfkirin.  Di vê pêvajoyê de rolek girîng dikeve ser milê jinan. Jin di bîra civakî de rolek girîng dilîzin. Ji bo vê em dikarin bêjin kur ola jin û ciwanan gelek girînge.”