Li Jinwarê rojbûna Abdullah Ocalan hat pîrozkirin 2026-04-05 18:15:35   NAVENDA NÛÇEYAN- Li gundê Jinwar ê bajarê Dirbêsiyê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û damezrandina YPJˊê bi girseyî hat pîrozkirin.   Rêveberiya Gundê Jinwar ê bajarê Dirbêsiyê bi boneya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), her wiha salvegera damezrandina Komîna Zarokan a Jinwar şahî li dar xist. Di şahiyê de bi dehan jinên ji Cizîrê, endamn saziyên sivîl, meclis û Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn.   Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûre endama Akademiya Jineolojî Şareza Osman axivî û diyar kir ku ev bone xwedî nîşaneyên azadî û siberoja zarokan in.   Şareza Osman bal kişand ser van boneyan ku nûnertiya xala nûkirina pabendbûna nirxên civaka demokratîk û xebata ji bo siberoja aramtir û rûmetê dike.   Di şahiyê de zarokên Jinwar, komên hunerî yên Jinwar, navenda Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê hunerên xwe pêşkêş kirin.   Çalakî bi gerandina govendan li ber stranên gelêrî û şoreşgerî bi dawî bû.