Ji Xelfetiyê bang kirin:Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em ê bêtir li qadan bin 2026-04-03 18:49:31   RIHA – Mîhrîcana Amarayê ya çarçoveya 77’emîn Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêk tê di roja sêyemîn de berdewam kir. Hevseroka DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di mîhrîcanê de axivî û got: “Gelê Kurd ku ber bi azadiyê ve dimeşe û ji bo azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan ku pêşengiya vê meşê dike dê behtir li qadan be. Ya ku em pîroz kirin ji nû ve zayîna me hemûyan e.”   Di çarçoveya 77’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi dirûşmeya ‘Bi Rêbertiya Azad Berbi Yekitiya Neteweyî’ Mîrhîcana Amarayê hatibû destpêkirin û di roja sêyemîn de berdewam kir.   Di bernameya îro de Atolyeya Zarokan a Gerokma, Pêşangeha Wêneyan, Gotûbêja Jinan, fînala turnuvaya Futbolê, fînala maça Voleybola jinan pêk hat û wê bi tevlibûna hûnermendan konser hat dayin.   ‘Rojbûna Rêber Apo li hemû gelan pîroz be’   Dayika Aştiyê Afîfe Kartal di mîhrîcanê de axivî û got: “Bila Rojbûna Rêber Apo li hemû şervan û girtiyan pîroz be. Em di 4’ê Nîsanek din de serokatiya xwe ligel xwe dixwazin. Em li cem serokatiya xwe ne. “   Hevserokê MED-TUHAD FED’ê Kerem Canpolat jî wiha anî ziman: “Rojbûna Birêz Abdullah Ocalan li hemû gelan pîroz be. Ev rojbûn ne tenê ya ksekiye, ya hemû gelan e. Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de Birêz Ocalan aktorê serekeye. Em 4’ê Nîsana Îmraliyê û hemû hevalan pîroz dikin.   ‘Ev têkoşîn weke ku di çolê de şînbûna darekê ye’   Piştre Hevseroka Giştî ya DPB'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî. Çîgdem Kiliçgun Uçar rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gel pîroz kir û wiha axivî: “Em spasiya xwe ji Rêber Abdullah Ocalan ku îro hiştiye em bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin û vê pîrozbahiyê li dar bixînin, dikin. Ev têkoşîn weke ku di çolê de şînbûna darekê ye. Heviya kesî tunebû. Silav ji kesên ew têkoşîn ava kirinê re. Kurdan li Newroz û çalakiyên li dijî êrişên li ser Rojava de yekitiya xwe ava kirin û ber bi azadiyê ve dimeşin. Gelê Kurd ku ber bi azadiyê ve dimeşe û ji bo azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan ku pêşengiya vê meşê dike dê behtir li qadan be. Ya ku em pîroz kirin ji nû ve zayîna me hemûyan e. Rojbûna me hemûyan pîroz be.”