Îdiayeke nû ya destdirêjiyê ya kiryar Erdogan Esmer 2026-04-03 09:05:40   AMED - Hat îdiakirin ku Erdogan Esmer ê ku destdirêjî Nilay Esmer kir, di sala 2014’an de destdirêjî li zarokek din jî kiriye.   Kiryar Erdogan Esmer ê ku di sala 2022’yan de destdirêjî Nîlay Esmer kiribû, di 17’ê Sibata 2022’yan de hatibû binçavkirin û girtin. Di du dozên cuda yên li dijî kiryarê ku ji 7 saliya Nîlay Esmer ve destdirêjî lê kiribû, bi hinceta ku delîlên têrker tune ne ku îspat bike, kiryar beraat kir.   Hat îdîakirin ku kiryar di sala 2014’an de destdirêjî li zarokek dinê jî kiriye. Li gor agahiyên ku hatin girtin kiryar wê demê destdirêjî li xwarziya xwe jî kiriye. Hat gotin ku ji ber gef û zextan neaxiviye û ser bûyerê hatiye girtin.