Ji bo Roboskiyê daxwaza edaletê 2026-03-28 15:21:28   ENQERE - Hewldana ji bo Roboskiyê Edalet di daxuyaniya xwe ya meha 171'em de careke din ji bo Roboskiyê daxwaza edaletê kir û di daxuyaniyê de anî ziman ku rêya aştî û edaletê ji Roboskiyê derbas dibe.   Hewldana ji bo Roboskiyê Edalet, di meha 171'an a komkujiya Roboskî de ku di nav gele gelek ji wan zarok bûn 34 welatiyên sivîl li gundê Roboskî ya navçeya Qilebanê ya Şirnexê ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyeyê ve hatibûn qetilkirin, daxuyanî da. Daxuyaniya li Cadeya Sakarya ya navçeya Çankaya ya Enqereyê hat dayîn. Endam û nûnerên hewldanê, partiyên siyasî û saziyên sivîl tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila kujer bên cezakirin û komkujiyên weke Roboskiyê tu car pêk neyên” hat vêkirin.   Avakarê hewldanê û rêveberê ÎHD'ê Tanju Gunduzalp metna daxuyaniyê ya bi Tirkî xwend. Tanju Gunduzalp anî ziman ku tevî ji ser komkujiya 19 jê zarok û 34 welatiyên sivîl ji aliyê balafîrên şer ên TSKê ve hatibûn qetilkirin 171 meh derbas bûnê edalet pêk nehatiyê û diyar kir k komkujî bêceza hatiyê hiştin. Tanju Gunduzalp bi lêv kir ku li meclise komîsyoneke bi bandor ji bo komkujiyê lêkolîn bike nehatiyê avakirin û di dadgehan de jî lêpirsîneke bi bandor nehatiyê destpêkirin da ku edalet pêk were.   Di berdewama axaftina xwe de Tanju Gunduzalp komkujiyên ji aliyê dewletê ve di salên berê de pêkhatinê bi bîrxist û axaftina xwe wiha domand: “Komkujiyên Roboskiyê, komkujiyên di salên 1994'an de ên gundên Kuşkonar û Koçagil ku bi balafîrên şer hatibûn pêkanîn û dîsa di sala 1915an de komkujiya Dersîmê û komkujiyên 33 gulê û Gaziyê hatibûn pêkanîn bêceha hatin hiştin. Roboskî ne tenê birîna gundekî ye di heman demê de pûçbûna dewletê ji aliyê hiqûqî û demokrasiyê ve ye. Yên dixwazin modeleke demokratik ava bikin divê ji bo Roboskî edaletê pêk bînin. Pergala ku ji Roboskiyê re rû bi rû neyê mayin nikarê demokrasiyê waad bike. Ew waad tenê bi bidawîkirina bê cezahiştinê, rû bi rû mayina heqîqete, pêkanîna hiqûqê û bi dawîkirina zextan pêkan e. Rêya aştî û edaletê ji Roboskî derbas dibe. Ji bîrkirina Roboskî dev ji berdana pêşerojê û mirovbûnê ye. Me ji bîr nêkir, em ji bîrnakin û nadin ji bîrkirin.”