Li Amedê civîna ‘Jin aştiyê diaxifin' 2026-03-28 13:33:59   AMED - Li Amedê civîna "Jin aştiyê diaxifin" hat lidarxistin û jinan bal kişand ser tecrûbeyên xwe ya di avakirina aştiyê de.    Li Amedê ji hêla DTSO, Komeleya Jinan a Karsazan a Rojhilat û Başûrrojhilat û Democratic Progress Institute (DPI) civîna "Jin aştiyê diaxifin" li dar xist.    Di civînê de endama Lijneya DTSO'yê Seda Yilmaz Berekatoglu axivî û bal kişand ser rol û mîsyona jinan di avakirina aştiyê de û got: "Li dar xistina civînek wisa li Amedê watedar e. Ne tenê di jiyana civakî de di siyaset û aborî de jin aktoreke sereke ye. Di civînê de parvekirina tecrûbeyên cîhanê ya di derbarê aştiyê de girîng e û dê xizmetê bide."   Seroka DOGUNKAD'ê Ozlem Kulahci Tanaman jî axivî û da  zanîn ku hatina cem hev a di mijara ku Tirkiyeyê ji nêz vê eleqeder dike girîng e û wiha axivî: "Divê êdî ne pêvçûn û aştî bê axaftin. Pêvçûnên ku bi salan dom kir piştî diyalog û muzakereyan bi dawî bûn. Aştî bi diyalog, li hevhatina civakî pêk tê."   Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî wiha nêrînên xwe anî ziman: "Civîneke girîng e. Divê berdewamiya wê bê. Hem jî bo şaredariyan hem jî ji bo bajar êdî berpirsiyariyeke dîrokî ye. Divê bi vê zaneyî tevbigerin. Bi salan li wî welatî ji bo aştî û muzakereyan pêvajo hatin destpêkirin. Mixabin bi ser neketin. Lê dîsa jî tu carî dev jî daxwaza aştiyê nehat berdan. Aştî ne tenê bêdengkirina çek û bi dawî kiririna pêvçûnan e. Divê di heman demê de ji bo her kesî jiyaneke adilane û ekolojîk bê avakirin. Di vîr de jî rola jinan girîng e. Li vî erdnegariyê 50 sal in pevçûnek heye û di vir de tecrûbeyên jinan jî pir in. Di şert û mercên herî xirab, zehmet û tarî de jin dîsa hewldan ku rêya aştiyê vekirin."    Di civînê endama Damezrandina Koalîsyona Jinan a Bakurê Îrlandayê, di heman demê de Parlamentera berê, rojnameger û pisporê civaka sivîl Jane Morrice jî axivî derbarê rol û mîsyona civakê de di pêvçûnan de nêrînên xwe anî ziman.    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê Ayşegul Dogan, endama MKYK a AKP'ê Zeynep Alkiş, Endama Meclîsa Partiyê ya CHP Emîne Uçak Erdogan jî dê li ser pevajoya aştî û siyasetê de rola jinan nêrînên xwe bînin ziman.