Daxwaza edaletê ya ji bo Rojîn Kabaîş didome 2026-03-27 19:24:06   ENQERE - Komîsyonên ji Rojîn Kabaîş re Edalet, di 18’emîn meha qetilkirina Rojîn Kabaîş de xwestin kujer bên dîtin, cezakirin û ji bo Rojîn Kabaîş edalet pêk were.   Komîsyonên ji Rojîn Kabaîş re Edalet, di 18’emîn meha kuştina Rojîn Kabaîş de li Cadeya Sakaryayê ya li navçeya Çankaya ya Enqereyê daxuyanî da. Endam û nûnerên komîsyonê û partî û saziyên demokratîk tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser, “Rojin 18 meh in li benda edaletê ye, telefonê veke, DNAyê lêkolîn bike û kujeran bidarizine” dinivisî û dovîzên wêneyê Rojîn Kabaîş û daxwaza edaletê li ser dinivisî hatin hilgirtin. Girseyê dirûşmeyên, “Çi bi serê Rojîn de hat”, “Hesabê Rojîn dê bêpirsîn”, “Neparêze û bidarizîne” û “Rojîn Kabaîş îsyana me ye” berz kirin.   Metna daxuyaniyê ji aliyê Elçîn Kurdoglu ve hat xwendin. Elçîn Kurdoglu diyar kir ku 18 meh in lêpirsîneke bi bandor nehatiye meşandin û kujer nehatine cezakirin. Elçîn Kurdoglu anî ziman ku weke jin ew ê ji bo kujer bên cezakirin û bûyerên weke Rojîn Kabaîş neqewimin têkoşîna xwe bidomînin û daxwazên xwe wiha anî ziman:   “*Divê biryarên nepenîtiyê yên di dozê de tavilê werin rakirin da ku malbat û raya giştî bikaribin bigihîjin rastiyê.   *Divê nasnameya du zilamên ku DNAya wan li ser laşê Rojîn hatine dîtin werin aşkerakirin.   *Divê telefona Rojîn tavilê were vekirin.   *Divê hemû kes û saziyên ku ji ber derengketina 18 mehan a dozê, veşartina delîlan, dirêjkirina pêvajoyê û parastina sûcdaran berpirsiyar in, werin darizandin.   *Divê gefên li dijî malbatê werin lêkolînkirin û berpirsiyar werin darizandin.   *Divê malbata Rojîn bi tenê neyên hiştin; divê piştgiriya qanûnî û exlaqî ya pêwîst ji wan re were dayîn.   *Divê Serdozgeriya Komarê ya Wanê lêpirsîna li gorî xala 102 ya Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê ya derbarê êrişa zayendî ya giran de, berfireh bike.   *Divê desteya Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê raporek nû amade bike.   *Divê dewlet erkê xwe yê parastina mafê jiyanê yê jinan bi cih bîne.   *Divê delîlên winda bi awayekî zelal werin berhevkirin û aşkerakirin.   *Divê Saziya Tiba Edlî, DNAyê aşkera bike.”   Îzmîr   Gelek jin li ber Pirtûkxaneya Penguen a Alsancakê hatin cem hev û ber bi Navenda Çandê ya Turkan Saylan ve dest bi meşê kirin. Di meşê de pankarta “Rojîn tam 18 meh in li benda edaletê ye. Telefonê vekin! DNA aydê kê ne aşkera bikin! Kujeran darizînin!” hat hilgirtin. Di dema meş û daxuyaniyê de jinan bênavber dirûşmên wekî; “Rojîn Kabaîş sedema raperîna me ye”, “Kujeran neparêzin, darizînin” û “Mêr dikuje, dewlet diparêze” berz kirin.   ‘Delîl tên veşartin, pêvajo tê dirêjkirin’   Di çalakiya ku hejmareke zêde ya jinan beşdar bû de, metna daxuyaniyê li ser navê platformê ji aliyê Hayal Taşdan ve hat xwendin. Hayal Taşdan bal kişand ser ku 18 meh in daxwaza malbatê û jinan a ji bo edaletê bê bersiv dimîne û got: “18 meh in mirina bi guman a Rojîn Kabaîş nayê ronîkirin û lêpirsîneke bi bandor nayê meşandin. Delîl tên veşartin û pêvajo bi zanebûn tê dirêjkirin. Malbata Rojîn bi awayekî sîstematîk tê tehdîtkirin û jinên ku têdikoşin jî bi dezenformasyonê tên sûcdarkirin. Lê em dizanin ku her rastiya di dosyaya Rojîn de derketiye holê DNAyên du mêran ên li ser bedena wê jî di nav de bi saya têkoşîna jinan hatine aşkera kirin.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.