‘Atolyeya Aboriya Jinan, Kooperatîf û Komunê’ hat lidarxistin 2026-03-26 15:10:29   AMED - Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî “Atolyeya Aboriya Jinan; Kooperatîf û Komunê” bû ku keda jinan di rêveberiyên herêmî de dixe navendê û modelên kooperatîf û komunê nîqaş dike.   Bi beşdariya Yekîtiya Şaredariyên Herêma Anadolûya Başûr-Rojhilat (GABB) û bi piştgiriya şaredariyên Bajarê Mezin, Peyas, Bajarê Nû, Sûr û Rezanê; bi mebesta ku xebatên rêveberiyên herêmî yên di qada aboriyê de bi perspektîfeke hevpar werin girtin û li gorî têgihiştina aboriya komunal a jinparêz, ekolojîk û demokratîk ji nû ve werin avakirin, “Atolyeya Aboriya Jinan di Rêveberiyên Herêmî de; Kooperatîf û Komun” hat lidarxistin.   Atolye li Salona Meclîsa Şaredariya Bajarê Nû hat lidarxistin. Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê (ya ku qeyûm li şûna wê hatibû wezîfedarkirin) û Hevşaredara GABB’ê Neslihan Şedal, hevşaredarên navçeyan, midûriyetên polîtîkayên jinan ên şaredariyan û jinên ku di yekîneyên aboriyê de dixebitin beşdar bûn.   Hevşaredara GABB’ê Neslihan Şedal di axaftina vekirinê de diyar kir ku ji bo jin û civakan aborî qada herî bingehîn a xweparastinê ye û destnîşan kir ku pergala modernîteya kapîtalîst bi hezaran sal in heqîqeta jinê dike hedef û jinan bêaborî dihêle.   ‘Jin wekî kirdeya bingehîn a aboriyê, ber bi xizaniyeke kûr ve hat dehfdan’   Şedal anî ziman ku aborî civakan tîne cem hev û kirdeyên ku vê yekê dimeşînin jin in, lewma destkeftiyên jinan dibin hedef û wiha berdewam kir: “Modernîteya kapîtalîst bi hedefgirtina ked û bedena jinê pergala xwe ava kir. Jin wekî kirdeya bingehîn a aboriyê ber bi xizaniyeke kûr ve hat dehfdan. Pêwîst e jin ji nû ve bibin kirde, civaka polîtîk û exlaqî were avakirin û pîvanên bingehîn ên aştiyê ji nû ve bi aboriyê re bigihîjin hev. Em ê nîqaşa pêşxistina eko-aboriyê bimeşînin.”   Sernavên Atolyeyê   Piştî axaftina vekirinê, atolye bi rûniştinên bi sernavên “Aboriya Komunal a Demokratîk, Ekolojîk û Jinparêz” û “Kooperatîf û Tecrubeyên Wan” berdewam kir û dê bi daxuyaniya encamnameyê bi dawî bibe.   Armanca Atolyeyê   Di atolyeya ku keda jinê dixe navendê de; armanc ew e ku keda lênihêrînê were xuyakirin, hilberîna li ser bingeha hewcedariyên herêmî were pêşxistin û modeleke aborî ya ku bi xwezayê re lihevhatî û girêdayîbûna bazarê kêm dike were avakirin. Kooperatîf û komun, ne tenê wekî amûrên hilberîn û îstîhdamê, lê di heman demê de wekî qadên rêxistinbûn û veguhertina civakî têne girtin.   Di çarçoveya atolyeyê de xebatên heyî yên şaredariyan ên ji bo xurtkirina aboriya jinê, tecrubeyên beriya sala 2016’an û çalakiyên serdema dawî bi hev re werin nirxandin. Her wiha, dîtinên ku Komîsyona Aboriyê ji serdanên kooperatîfan bi dest xistine dê werin parvekirin; modelên cuda yên kooperatîfan, xebata wan û pirsgirêkên ku tê de derdikevin werin nîqaşkirin.   Di atolyeyê de dê sernavên wekî plansazkirin, domdarî, analîza hewcedariya herêmî di pêvajoyên kooperatîfbûnê de, têkiliyên şaredarî-kooperatîfan, kirîna civakî, torên kirrûbirrê û budceya hesas a zayendî werin destgirtin. Li şûna kooperatîfbûna bilez û bêplan, pêşxistina modelên demdirêj, bi herêmê re lihevhatî û domdar tê armanckirin.