ROJEVA 25'Ê ADARA 2026'AN 2026-03-25 09:00:00   *Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Jinên Starê ya Wanê, Parêzer Leyla Kaplan Kertiş, derbarê kuştinên jinan, mirinên wan ên gumanbar û xelatkirina sûcdaran de axivî û got, "Em dibînin mêr ji destpêkê ve piştgiriya malbat, rêzikname, sîstem û dewletê digirin û jin di her qonaxê de bi têne têne hiştin. Dirûşma 'Kuştinên jinan siyasî ne' ne tenê hevokek e." DÎMEN HEYE    *Ji rêxistina Jinan a Demokratên Nû Elif Karakaya, derbarê 'Komxebata Dij-Emperyalîzm û Têkoşîna Rizgariya Jinan' de ku ew ê roja 29'ê Adarê roja yekşemê li dar bixin, agahî da û got, "Jin mijarên hemû qadên têkoşîna civakî ne." DÎMEN HEYE    *Hevşaredara berê ya Giyadînê Betul Yaşar ku ji girtîgehê hate berdan, diyar kir ku divê hikûmet di derbarê pêvajoyê de gavan bavêje û got, "Divê girtiyên nexweş werin berdan û  lijneyên çavdêriya îdarî yên li girtîgehan werin hilweşandin." DÎMEN HEYE   *Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş, tekildarî polîtîkayên şerê taybet diyar kir ku li herêmên Kurd lê dijîn, bi salan e, li kêleka tundiya bi qedexeyan, pergalên îstismarker û hêzên leşkerî-paramîlîter ve têne afirandin, mijara çewisandina gelekî ya sereke ya rojevê ye û got:"Ev biryar li pişt deriyên girtî, di civînên Lijneya Ewlekariya Neteweyî de têne girtin."   *Jinên ku duh beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li Silopiyayê bûn, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û gotin, "Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me hemûyan e." DÎMEN HEYE