ROJEVA 23'YÊ ADARA 2026'AN 2026-03-23 09:00:00     *Aktîvîsta Îranî Medîss Tavakkolî şerê Îran û DYA-Israîlê nirxand û diyar kir ku di meha çile de hejmara mirovên ji aliyê rejîma Îranê ve hatine qetilkirin tê veşartin û got: “Dîrok wê me hemûyan bidarizîne û wê Îran azad bibe. Ev şer me nexwest. Dijminê herî mezin ê Îraniyan komara Îranê ye.  Em ji bo alîkariya hemû kesên ku dixwazin em ji vî dijminî xilas bibin, spasdarin.” DÎMEN HEYE   *Parêzerê dosyaya Gulîstan Doku Alî Çîmen wiha got: “Di dosyayê de derket holê ku  peywirdarê cemaweriyê ji ber sedemên şexwî bûyer veşartiye.” Alî Çîmen diyar kir ku tevî delîlên dosyayê temam bûne jî tu binçavkirin tune ye. DÎMEN HEYE   *Pîrozbahiyên Newroza 2026'an,ku bi dirûşma "Azadî û Demokrasî" hatin lidarxistin, li Meydana Yenîkapiyê ya Stenbolê kêliyên dîrokî derxistin holê. Jin li dora agirê Newrozê kom bûn û daxwaza bidawîanîna tecrîda li ser rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî kirin. DÎMEN HEYE