Li Yenîkapi roja dîrokî: Ji Newrozê dîmen û peyamên hatin dayîn 2026-03-22 18:42:25     STENBOL-Yenîkapi ji rojeke dîrokî ya din re şahidî kir. Dirûşmeya ‘Bijî serok Apo’ bê navber hat berzkirin, Çetîn Arkaş û Koma Amed eleqeyek mezin dît.   Newroza Stenbolê li Qada Yenîkapi bû. Bi sedhezaran kes hatin gel hev û di pîrozbahiyan de kêliyên derketin pêş wiha bûn:   *Ji ber hewaya sar û baranê dihat payîn ku tevlibûn kêm be. Lê ji saetên sibehê de bi sedhezaran kes herikîn qadan.   *Li rawestgehên metroyê bi hezaran  şalên bi rengên kesk, sor û zer hatin firotin.   *Ji gel û baweriyên cuda gelek kes tevli pîrozbahiyê bûn.   *Li Qadê posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin.   *Bê navber dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ hat bgerzkirin. Ligel vê ‘jin jiyan azadî’ hat berzkirin.   *Jin û ciwanan eleqeyek mezin nîşan da.   *Peyamên der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dirûşme derketin pêş.   *Peyama Abdullah Ocalan û ji sekreterya Îmraliyê axaftina Çetîn Arkaş bi baldarî hat guhdarkirin.   *Demên herî bi coş jî di dema konsera Koma Amed de hat jiyîn.   *Piştî nîvro herikîna gel a qadê berdewam kir.   *Di axaftinan de peyamên derketin pêş azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, têkoşîna hevpar a gelan, yekitiya demokratîk a Kurdan, rêxistibûna jinan bû.   *Seranserê rojê govend hat gerandin.   *Cih bi cih di nokteyên kontrolê yên polîsan de cil û berg yên wek şal û şepik hatin astengkirin.   *Ozgur Çelîk yê CHP’î tevli Newrozê bû.   *Komeke jin ku bi Sebahat Tuncel re bi laçikan kezî hûnandin bûn û derketin ser sahneyê eleqeyek mezin dîtin.